NAVENDA NÛÇEYAN- Xwendekarên zanîngehê li Kampusa Taşkışla ya Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê ji bo hevalên xwe yên polê yên ku di 1ê Gulanê de hatine binçavkirin, xwepêşandanê dikin. Xwendekarên zanîngehê yên ku neçûn dersê li ber pola jimare 229 çalakiya rûniştinê li dar xistin.
Di 1ê Gulanê de, 18 ji xwendekarên ITUyê yên ku ji bo çûna Taksîmê hatibûn Mecidiyeköyê hatin binçavkirin. Hemû xwendekarên zanîngehê yên ku hatibûn girtin îro sibê hatin beran.