PAPUAYA ROJAVA- Şoreşgerên ji KMP2 li Papua Rojava li ser bingeha paradîgmaya Rêber APO dest bi rojên xwendinê kirin.
Ji bilî beşdarbûna di avakirina Akademiya Demokratîk de, endamên KMP2 li Papua Rojava rojeveke xwendinê ya hevpar çêdikin. Endamên ku li hev civiyan pirtûka bi navê “10 Salên Şoreşa Rojava” ku ji hêla ABC+ Prees ve hatiye çapkirin xwendin.
Endam bi taybetî Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêber APO re gelekê eleqedar nêz dibin û li ser vê bingehê li gelek herêm û gundan de Akademiyên Modernîteya Demokratîk ava dikin.