HESEKE – Îro li bajarê Heseke salvgera 20’emîn a Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) hat pîroz kirin. KJK di nîsana 2005’an de li ser esasê fikirê Rêber Apo weke rêxistiniyeke konfederal a tevahî jinan hat ava kirin. Kongra Star bi boneya salvegera 20’emîn a KJK li baxçeya Salona Serdemê şahiyekî lidarxistin.
Jinên Heseke bi coş tevlî şahiyê bûn û govendên gelerî gerandin.