Enter your email Address

Cuma, Haziran 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

KCK: Demokratîkbûna Tirkiyeyê girêdayî çareseriya pirsgirêka Kurd

Edîtor: Axin Mahir Dicle
18/01/2025 - 15:23
di nav Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Li Seranserê Cîhanê, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rêber APO, Rojhilata Navin
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Em pêvajoya nû rast fêhm bikin, li dijî lîstikan hişyar bin!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – KCK’ê têkildarî hevdîtinên şandeya Îmraliyê daxuyanî da û got ”Nêrîn û pêşniyarên Rêber Apo yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, bi dawî bûna pêvajoya şer û demokratîkbûna Tirkiyeyê di qada siyasetê de hatiye nîqaşkirin û piştgirî dîtiye. Ev geşedaneke dîrokî ye”

 

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê, bi Rêber Apo re hevdîtin kir û piştre di çarçoveya vê hevdîtinê de bi partiyên siyasî û rêxistinên girseya demokratîk re dest bi hevdîtinan kir. Şandeyê bi daxuyaniyên dayî encama xebata xwe bi raya giştî re parve kir. Hevdîtina Îmraliyê û daxuyaniya şandeya DEM Partiyê, di raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê de cihekî fireh girtiye û di serê rojevê de cih girtiye. Şandeya DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku di çarçoveya nêrîn û pêşniyarên Rêber Apo de, çi li meclîsê çi jî ji dervey meclîsê hevdîtinên wan erênî derbas bûne û têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û bi dawîbûna pêvajoya şer îradeyeke xurt derketiye holê. Destnîşan kirine ku ew ê li ser bingehê encamên erênî yên derketine holê, wê car din biçin Îmraliyê û hevdîtineke din jî bi Rêber Apo re bikin. Ji daxuyaniya şandeya DEM Partiyê tê fêmkirin ku ji bo çareseriya pirsgirêkê îradeyek girîng derketiye holê. Em gihiştina pêvajoyê ya vê qonaxê, erênî dibînin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û bi dawîbûna pêvajoya şer, em piştevaniya partiyên siyasî û rêxistinên girseya demokratîk girîng dibînin, em dixwazin bînin ziman ku em vê yekê ji bo çareseriya pirsgirêkê esas dibînin û em piştgiriyê didin vê îradeyê.

Em bi dawîbûna tecrîda mutlaq weke geşedana herî girîng a vê pêvajoyê û weke qonaxeke girîng a têkoşîna xwe ya Pêngava Azadiya Gerdûnî dibînin. Êdî di tecrîda mutlaq de valahî çêbûye, dewlet Rêber Apo muxatab digire. Nêrîn û pêşniyarên Rêber Apo yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, bi dawî bûna pêvajoya şer û demokratîkbûna Tirkiyeyê di qada siyasetê de hatiye nîqaşkirin û piştgirî dîtiye. Ev geşedaneke dîrokî ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn wê bibe geşedana herî girîng û stratejîk a sedsala me.

Demokratîkbûna Tirkiyeyê girêdayî çareseriya pirsgirêka Kurd e, bi vê yekê pêkan e. Çareseriya pirsgirêka Kurd tenê wê pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê veneke, wê ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn jî girîng be. Di vê pêvajoya dîrokî de Rojhilata Navîn jinûve tê dîzaynkirin, di vê pêvajoyê de avakirina geşedaneke wiha wê li ser navê azadî, wekhevî, xwişk-biratî, demokrasî, şoreş û sosyalîzmê bibe gaveke dîrokî. Bi vê berpirsyariya dîrokî, ji bo serkeftina pêvajoya Rêber Apo hewl dide pêş bixe, divê piştgiriyê bidin. Destpêkê divê hemû hêzên şoreşger, demokrat û azadîxwaz piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û ji bo serkeftina wê bi awayekî çalak bixebitin. Mirov dikare metirsî û gumanên ku ji ber nêzîkatiyên dewlet û hikûmetê peyda bûne, bi xwedî lêderketina pêvajoyê û xebateke çalak pûç bike. Divê hêzên demokratîk ên şoreşger ji bo serkeftina vê pêvajoyê xwe wek berpirsyarê sereke bibînin û li ser vê bingehê bibin pêşengên pêvajoya nû.

Her wiha gelek giring e ku di serî de CHP, divê mixalefeta Tirkiyeyê jî xwedî li pêvajoyê derkeve û piştgiriya wê bike. Em ji daxuyaniyên şandeya DEM Partiyê fam dikin ku mixalefet nêzîkatiyeke erênî nîşanî pêvajoyê dide. Ji xwe Rêber Apo jî ji bo çareseriya pirsgirêkê bal kişandibû ser rola mixalefetê û girîngiya navendî ya parlamentoyê.

Ev geşedanên dîrokî encama Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ye. Bi kêfxweşî û coşa vê encama dîrokî, divê em Pêngava Azadiyê ya Cîhanî pêş bixin û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk û ji bo dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zêdetir bixebitin. Em careke din bang li gelê xwe, dostên xwe û hemû hêzên demokratîk ên şoreşger dikin. Ji bo serkeftina pêvajoya ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê pêş xistî, em bang li hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê û tevgerên çepgir û sosyalîst jî dikin ku bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabin ser piyan û pêşengiya pêvajoyê bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG: Li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Nivîsa Pêş

Bendava Tişrînê careke din hate hedefgirtin, şehîd û birîndar hene

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Bendava Tişrînê careke din hate hedefgirtin, şehîd û birîndar hene

Bendava Tişrînê careke din hate hedefgirtin, şehîd û birîndar hene

TCŞ Marsîlya: Ciwan wê di nava çalakî û pratîkê de bin!

TCŞ Marsîlya: Ciwan wê di nava çalakî û pratîkê de bin!

Manşet

  • Şehîdên şoreşê hatin bibîranîn
  • Li Rojava serdana goristana şehîdan ji bo Cejna Qurbanê
  • Bi boneya Cejna Qurbanê serdana Şehîdgeha
  • Kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ hat destpêkirin
  • Êrîşên artêşa Tirk dewam dikin: 2 gerîla şehîd bûn
  • Endama Hîlala Zerîn ku li Tişrînê şehîd ket hat bîranîn
  • 4 xalên ku Rêber Apo pêşkêşî Kongreya PKK’ê kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Êrîşên artêşa Tirk dewam dikin: 2 gerîla şehîd bûn

    Êrîşên artêşa Tirk dewam dikin: 2 gerîla şehîd bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ hat destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi boneya Cejna Qurbanê serdana Şehîdgeha

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Perspektîfa ku Rêber Apo ji Kongreya 12’emîn a PKK’ê re şand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Endama Hîlala Zerîn ku li Tişrînê şehîd ket hat bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Beşdarvanên Meşa Dirêj: Em têkoşîna xwe bikin yek û faşîzmê têk bibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4 xalên ku Rêber Apo pêşkêşî Kongreya PKK’ê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Ji heft salî heya heftê salî lazime em welatê xwe biparêzin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdên şoreşê hatin bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi rihê “Serî Hilde” çalakî pêşiya CPT didome"Serî Hılde, Ruhuy’la eylem CPT önünde devam ediyor[:de]Entschlossenheit vor dem CPT Gebäude – Serî Hilde!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.