Enter your email Address

Cumartesi, Temmuz 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Endamên Komîteya Amadekar a Festîvala Şehîd Bawer: Divê em keda şehîdan xwedî derbikevin!

Edîtor: Nucan Serdoz
05/10/2024 - 0:51
di nav Biranîna Şehîdan, Çand, Hûner û Spor, Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Taybet, Video, Werin Cenga Azadiyê
Reading Time: 5 mins read
A A
Endamên Komîteya Amadekar a Festîvala Şehîd Bawer: Divê em keda şehîdan xwedî derbikevin!
ParvekeTweet

KOBANÊ- Weke ku tê zanîn bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan di navbera 12-13’ê Cotmehê de li bajarê Kobanê 5’emîn Festîvala Şehîd Bawer Agir tê lidarxistin.

Bernameya festîvala ku her sal di salvegera şehadeta Şehîd Bawer Agir de li Kobanê tê lidarxistin, hat eşkerekirin. Di festîvalê de wê gelek bernameyên werzîşî û çandî bên lidarxistin.

Mihamed Mehmûd û Rodîn Kobanê ku di komîteya amadekar a festîvalê de cih digirin ji ajansa me a Nûçe Ciwan re axivîn û diyar kirin ku divê keda şehîdan bê parastin û li ser vê bingehê divê gelê Firatê û ciwanên xwedî keda şehîdan derbikevin û beşdarî Festîvala Şehîd Bawer Agir bibin.

Endamê Komîteya Amadekar a Festîvala Şehîd Bawer Agir Mihamed Mehmûd diyar kir ku her sal li ser asta kantona Firatê festîvala Şehîd Bawer Agir tê lidarxistin û wiha got: “Em ê 5. Festîvala Şehîd Bawer Agir li dar bixin. Festîval di çarçoveya dirûşmeya “Ji Rêber APO re azadî, Jî Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bi dirûşmeya “Em bi ruhê ciwanan Cenga Azadiyê Serbixin, Azadiya Rêber APO Mîsoger Bikin” li bajarê Kobanê du rojan dewam bike.”

Mehmûd diyar kir ku di çarçoveya amadekariyên festîvalê de ji gelek sazî û meclîsan re vexwendnameyên beşdariyê hatin şandin û li bajar û gundên Kobanê jî belavok hatin belavkirin û wiha got: “Li gelek deverên li bajar jî me pankartên reklamê yên festîvalê daliqandin.”

Mahmûd da zanîn ku di roja ewil a festîvalê de dê voleybol, şetrenc, tenîsa masê, pêşbirka bezê ya maratonê, pêşbirka bisiklet û maça futbolê bên lîstin û wiha got: “Şehîd Bawer Agir beriya şehadeta xwe wiha gotibû, “Eger ez şehîd bibim, di salvegera şehadeta min de şîn nekin, şahiyan bikin.” Li ser vî esasî ji bo wesiyeta şehîd Bawer Agir bi cih bînin em her sal festîvalê li dar dixin.”

Mehmûd diyar kir ku weke ciwan wê rêya şehîdan bişopînin û wiha got: “Şehîd Bawer Agir di şerê Girêsipî de; ‘Eger em niha li dijî faşîzma dewleta Tirk a dagirker ranebin, îro ev êrîş wê bigihêjin Eynîsa û Reqayê.’ Ji ber vê yekê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li dijî êrîşên dagirkeriyê şer kir û şehîd bû. Em diyar dikin ku em ê xewn û armancên şehîdan pêk bînin da ku destên qirêj ên dewleta Tirk a faşîst, dagirker li Kurdistanê nemînin.”

Mehmûd di berdewamiya axaftina xwe de bang li hemû gel û ciwanên Kobanê kir ku beşdarî mîhrîcana Şehîd Bawer Agir bibin ku di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” cara 5’emîn tê lidarxistin.

 

Endamê Komîteya Amadekar a Festîvala Şehîd Bawer Agir Rodîn Kobanê di destpêka axaftina xwe de festîvala ku were li darxistin li hemû şehîdên şoreşê bi taybet li şehîd Bawer Agir, Rêber APO û gerîlayên li çiyayên azadiyê têdikoşin pîroz kir.

Rodîn diyar kir ku festîvala ku wê li ser asta kantona Firatê bê lidarxistin, wê du rojan dewam bike û got, “Armanca me ya yekemîn ji lidarxistina festîvalê xwedî derketina şehîdên xwe yên ciwan e. Di heman demê de em dixwazin nîşan bidin ku divê ciwan çawa xwedî li şehîdên me yên ku ji bo şoreşê û gelê xwe şer kirine û şehîd bûne, derbikevin.”

Rodîn diyar kir ku roja duyemîn a festîvalê wê saet di 04:00 de li Qada Jina Azad a Kobanê dest pê bike û got, “Di roja duyemîn de wê çalakiyên çand û hunerê bên lidarxistin. Di festîvalê de gelek hunermendên Kantona Firatê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hunerên xwe pêşkêş dikin. Yek ji komên beşdarî mîhrîcanê bibin; Koma Cûdî, Hesen Derîk, Koma Şanoya Bavê Tayar û Awazên YPG’ê ne.”

Rodîn da zanîn ku festîval wê heta saet 10’ê şevê berdewam bike û got, “Em bang li hemû gel û ciwanên Kobanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Divê her kes beşdarî vê festîvalê bibe û keda şehîd Bawer Agir û hemû şehîdan û fikir û felsefeya Rêber APO xwedî derbikeve.”

Rodîn diyar kir ku divê festîval li Kobanê deng bide û wiha got: “Ev festîval li gorî daxwazên şehîdan tê lidarxistin. Ji ber ku şehîdên me tu carî nexwest ku li pişt wan gel bigirî. Berovajî vê yekê dixwestin ku bi coş, moral û geşbin û xebatê tevgera ciwanan pêşbixinin.”

Rodîn da zanîn ku divê ciwan gotina Rêber APO ya “Me bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanî bi ser bikevin” hembêz bikin û got, “Pêwîste ciwan xwedî li keda şehîdên şoreşê derkevin, van xakan biparêzin û bi awayekî xurt beşdarî vê festîvalê bibin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çalakiyên Ciwanên Şehba û Dêrezorê yên têkildarî Komploya Navneteweyî

Nivîsa Pêş

Şehîd Rustem Serhad û Şehîd Hogir Botan li Şehba hat bi bîr anin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Şehîd Rustem Serhad û Şehîd Hogir Botan li Şehba hat bi bîr anin

Şehîd Rustem Serhad û Şehîd Hogir Botan li Şehba hat bi bîr anin

HPG Nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG Nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir

Manşet

  • Hejmara Tirmeh û Tebaxê ya Kovara Silava derket
  • Li Hesekê jineke ciwan a 19 salî hat qetilkirin
  • Ciwanên TCŞ dîmenê Koma Aştî û Civaka Demokratîk temaşe kirin
  • Dîmenên amadekariya dawî ya ji beriya gava dîrokî
  • HPG-NRÇ’ê gerîlaya şehîd bibîr anî
  • Endamên TCŞ’ê standeke agahdarkirinê li dar dixin
  • Xwendekarên Welatparêz bi pîrozbahiyekê Dewreya Şehîd Ronîza Mihemed bi dawî kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Endamên TCŞ’ê standeke agahdarkirinê li dar dixin

    Endamên TCŞ’ê standeke agahdarkirinê li dar dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz bi pîrozbahiyekê Dewreya Şehîd Ronîza Mihemed bi dawî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê gerîlaya şehîd bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TEV ÇAND’ê ragihand ku Agir Serîhildan şehîd bûye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dîmenên amadekariya dawî ya ji beriya gava dîrokî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ’ê nasnameya Ş. Tolîn Pelşîn Baz eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên TCŞ dîmenê Koma Aştî û Civaka Demokratîk temaşe kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Gulan-Heziranê ya Kovara Silava derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji dengê şehîd Aso Ferzad stranek

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.