Enter your email Address

Cumartesi, Haziran 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Çekên Kîmyewî

Ji sala 2021’ê û vir ve bi çekên kîmyewî û qedexekirî êriş têne kirin

Ji sala 2021'ê û vir ve dewleta Tirk di çarçoveya konsepta 'Plana têkbirinê' de di nava 3 sal û 4 mehan de 5 hezar û 45 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êrîşî gerîla kir. Êrîş hîn jî dewam dike.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
13/06/2024 - 10:04
di nav Çekên Kîmyewî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Ji sala 2021’ê û vir ve bi çekên kîmyewî û qedexekirî êriş têne kirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Ev dora 40 sal in li çiyayên Kurdistanê bi pêşengiya gerîla li dijî dewleta Tirk a qirker-faşîst û çeteyên wê berxwedaneke bêhempa tê kirin. Gerîla di vê berxwedanê de hem şerê xwe ya li dijî teknîka artêşa Tirk a bejahî û hewayî, gaza kîmyewî ya jehrî û teqemeniyên qedexekirî didomînin û hem jî, jiyana xwe bi rêxistin dike. Gerîla di nava deh salan de timî bi pêş ve diçe, timî xwe nû dike û her demê surprîzan pêk tîne. Dewleta Tirk, desthilatdariya şerê taybet a faşîst a AKP-MHP’ê û Erdogan di Sibata 2018’an de li Xakûrkê, salên 2019-2020 Heftanîn û di Sibata 2021’an de êrîşê Garê Başûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin. Di êrîşa Garê de bombe, teqemeniyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bikar anîn û qanûnên navneteweyî hatin binpêkirin. Li Garê hêzên gerîla yên HPG û YJA Starê li dijî êrîşan xwe bi rêxistin kirin û destûr nedan ku artêşa Tirk serweriya xwe li herêmê pêk bîne.

Ji ber vê yekê jî artêşa Tirk gaza kîmyewî ya jehrî û madeyên teqemeniyê yên qedexekirî bi kar anî û xwe ji herêmê vekişand. Bikaranîna çekên kîmyewî ne nîşaneyeke hêzê ye, berovajî derûniya têkçûyiyan e. Piştî 2 mehan artêşa Tirk li dijî Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrîşê kir. Dewleta Tirk bikaranîna gazên kîmyewî yên jehrî, madeyên teqemenî û bombeyên qedexekirî, ku ji aliyê qanûnên navneteweyî ve qedexe ye didomîne. Tevî ku ev gazên kîmyewî yên jehrî û teqemeniyên qedexekirî ku artêşa Tirk a dagirker bi kar tîne, pratîkeke binpêkirin û binpêkirina qanûnên navneteweyî û pêkanîna sûcên şer e jî, saziyên navneteweyî çavên xwe li vê rewşê digirin. Ji ber ku desteka NATO’yê heye ku dewleta Tirk sûcekî wiha didomîne. Ji ber ku têkiliyên saziyên navneteweyî bi NATO’yê re jî baş tê zanîn.

Ji ber ku saziyên navneteweyî çavê xwe ji vê rewşê re girtin û bêdeng man, artêşa Tirk a dagirker bi gaza kîmyewî ya jehrî û teqemeniyên qedexe konsepteke nû ya êrîşê amade kiriye. Artêşa Tirk di dîrokên cuda yên berê de jî li cihên cuda li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar aniye. Lê belê artêşa Tirk a dagirker ji sala 2021’an û vir ve bi çekên kîmyewî yên jehrî û madeyên teqemeniyê yên qedexekirî êrîşên xwe sîstematîze kiriye. Di nava 4 salên dawî de hêzên gerîla hem ji aliyê dîtbarî hem jî bi belgeyên nivîskî, li cih û demên cuda bikaranîna madeyên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî yên artêşa Tirk bi raya giştî ya Kurdistan û cîhanê re parve kirin.

Em çekên kîmyewî yên jehrî û teqemeniyên qedexekirî yên ku artêşa Tirk a dagirker di nava çar salên dawî de bi kar anîn, lêkolîn bikin.

2021: ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER 256 CARAN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ Û TEQEMENIYÊN QEDEXEKIRÎ ÊRÎŞÎ GERÎLA KIR

Artêşa Tirk a dagirker li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li herêmên Garê/Siyanê, Zap, Avaşîn û Matîna bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî yên ku li qada navneteweyî qedexene bi kar aniye û hê jî bi kar tîne. Artêşa Tirk di nava salê de li dijî herêma Siyanê ya Garê, Zendûra yê girêdayî Metîna, Mamreşo, Girê Sor, Aris Faris, Girê Kartal û Werxelê yên Avaşînê 256 car bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî yên jehrî bikar anîn.

2022: DEWLETA TIRK 3 HEZAR Û 280 CARÎ GAZÊN KÎMYEWÎ YÊN JEHRÎ Û TEQEMENIYÊN QEDEXEKIRÎ BI KAR ANÎ

Êrîşên berfireh ên artêşa Tirk a dagirker di sala 2022’yan de jî li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî Zap, Avaşîn û Metîna, dewam kirin. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê digot wê Zap, Avaşîn û Metînayê di nava 2-3 hefteyan de dagir bike. Du sal li ser gotina wan derbas bû. Tevî ku bi teknolojiya şer a herî modern, bombe û çekên kîmyewî yên qedexekirî bikar anîn û desteka PDK’ê jî girt, nekarî armanc û planên xwe pêk bîne. Li ser vî esasî di sala 2022’yan de artêşa Tirk a dagirker bi giştî 3 hezar û 280 caran bi gazên jehrî, çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êrîşî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kir.

2023: TEVÎ BIRYARA BÊÇALAKÎTIYÊ JÎ BI ÇEKÊN QEDEXE Û KÎMYEWÎ 1047 CARAN ÊRÎŞ HATE KIRIN

Dewleta Tirk a dagirker bi wesîleya sed saliya Komara xwe ya bingeha wê li ser tunebûna gelên Anatolyayê û gelê Kurd ava kiriye bi motîvasyoneke cuda êrîşên xwe yên dagirkeriyê domandiye, lê belê ev yek jî di demeke kurt de li hemberî gerîla têk çûye. Hemû êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên di sala 2023’yan de têk çûne. Ji ber erdheja 6’ê Sibatê ya li Tirkiye û Kurdistanê, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê tevî êrîşên di 9’ê Sibatê de jî ragihandibû ku biryara bêçalaktiyê dane. Tevî vê biryarê jî artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe nedan sekinandin û li hemberî gerîla bi gaza kimyewî û teqemeniyên qedexe êrîşên xwe berdewam kir. Artêşa Tirk di sala 2023’yan de 1047 caran bi gaza kimyewî û teqemeniyên qedexe êrîşî gerîla kir.

2024: DI 5 MEHÊN EWIL DE 351 CARAN TEQEMENIYÊN KÎMYEWÎ Û QEDEXE HATINE BIKARANÎN

Di 5 mehên ewil yên sala 2024’an de artêşa Tirk bi gaza kîmyewî û teqemeniyên qedexe êrîşên xwe domandin. HPG BÎM her roj têkildarî van êrîşan daxuyaniyan dide û derbarê rewşa şerî û êrîşan de jî her meh daxuyaniyan bi raya giştî re parve dike. Girêdayî vê yekê; Di 5 mehên ewil yên sala 2024’an de artêşa Tirk 351 caran bi gaza kimyewî û teqemeniyên qedexe êrîş biriye ser gerîla. Artêşa Tirk di di nava 3 û 4 mehan de di êrîşên xwe yên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê de bi giştî 5 hezar û 45 caran gaza kîmyewî û teqemeniyên qedexe bi kar anîye. HPG BÎM’ê di daxuyaniyên xwe yên di meha Xizîranê de ragihandiye ku artêşa Tirk bi bi taybetî li herêma Berxwedanê ya Girê FM li hemberî gerîlayan gaza kimyewî û teqemeniyên qedexe bi kar anîye.

Di ser êrîşa artêşa Tirk a li ser Qada Siyane ya li herêma Garê ya di Sibata 2021’an de 3 sal û 4 meh derbas bûne. Girêdayî vê yekê tevî ku dewleta Tirk bi çapemeniya xwe ya şerê taybet û psîkolojîk her roj tiştekî nû peyda kiriye û ji raya giştî ya Tirkiye û cîhanê re propagandaya wan kiriye jî Erdogan û rejîma faşîst a AKP û MHP’ê tevî ku negiştine armanca xwe plan û armancên wan ên nû jî bi tenê di gotinê de dimînin. Li hemberî vê yekê Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di Newroza 2024’an de bi surprîzeke mezin belge û dîmenên daxistina ÎHA û SÎHA’yan bi davuyaniyekê bi cîhanê re ragihandiye. Piştî vê daxuyaniyê rewş weke ku wê awayê şer û êrîşan biguhere, tê nirxandin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Ottawayê ji bo Rêber APO û girtiyên siyasî çalakiya protestoyî hat lidar xistin

Nivîsa Pêş

Dewleta Tirk çandiniya li 2 hezar hektaran û 19 hezar dar şewitandin

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Dewleta Tirk çandiniya li 2 hezar hektaran û 19 hezar dar şewitandin

Dewleta Tirk çandiniya li 2 hezar hektaran û 19 hezar dar şewitandin

Girtiyên Azadiyê 200 roj e di çalakiyê de ne

Girtiyên Azadiyê 200 roj e di çalakiyê de ne

Manşet

  • Li Heseke Jinên Ciwan amadekariya Festîvala Şehîd Zîlan dikin
  • Emîr Kerîmî: Şer azadî û demokrasiyê nayne
  • Li Reqa ezmûnên bawernameya hikûmeta Şamê hatin dest pê kirin
  • Turnuvaya Futbolê ya Şehîd Armanc Cemre di 29ê Hezîranê de Dest Pê Dike
  • HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir
  • HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir
  • Çeteyan li Efrînê ciwanên xwepêşandan revandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Emîr Kerîmî: Şer azadî û demokrasiyê nayne

    Emîr Kerîmî: Şer azadî û demokrasiyê nayne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kalkan ser Bûyerên li Îranê: Tam dema tevgera bi hev re, dema yekîtiyê ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DOSYA – Fermandar Ş. Baran Mawa Şehîdê Surê Fermandar Çiyager vedibêje

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koçberên Efrînê li Qamişlo: “Emê vegerin axa xwe”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 6 leşkerên Tirk ên derbasî Başûr bûn hatin kuştinŞemdinli'de İşkalcı güçlere ağır darbe 6 asker öldürüldü

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Derîk’ê konê ji bo Efrîn ket roja 5’an

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Başûr heta Bakur çalakiyên gerîla li dijî artêşa dagirker.

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên ku li Şirnex’ê hatin binçav kirin serbest hatin berdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Jinên Ciwan sibê li Amed’ê wê were li dar xistin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.