Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Ayten Dersim: Garantiya PKK’ê cewhera wê ya jinê ye

Edîtor: Nucan Serdoz
28/11/2023 - 8:48
di nav Analîz, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Ayten Dersim: Garantiya PKK’ê cewhera wê ya jinê ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endama Koordînasyona KJK’ê Ayten Dersim bi wesîleya salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê ji qenala televîzyonê ya Medya Haberê re axivî. Axaftina Ayten Dersim bi vî rengî ye:

“Tevgera PKK’ê tevgereke şehîdan e, tevgera PKK’ê di heman demê de partiyeke jinê ye. Rêberê me PKK’ê bi vî rengî pênase dike. Di dîroka me ya têkoşînê ya 45 salan de hate ispatkirin ku ev tevger li cografyaya Rojhilata Navîn, li xaka dewlemend a Rojhilata Navîn tovên azadiyê çand û bi vî rengî gihîşt vê astê. Lewma Rêberê me PKK bi vî rengî jî pênase kir. Tevgera PKK’ê weke sê bûyînan di şexsê xwe de nirxand. Bûyîna destpêkê ji aliyê biyolojîk ve rojbûna Rêberê me, bûyîna duyemîn avakirina tevgera PKK’ê, afirandina îdeolojî, stratejî, paradîgma û xweparastin, bi xweparastina jinê û gelê Kurd re parastina xwe, birêxistinkirina paşeroja xwe bû.

Û bûyîna sêyemîn jî pêvajoya Îmraliyê bû. Rêbertî dît ku pêvajoya Îmraliyê sîstemeke qirkirinê ye, hêzên navneteweyî bi vê sîstema qirkirinê re dixwazin vê tevgerê bifetisînin, tasfiye bikin, ji holê rakin û careke din vê yekê nîşanî gelan bidin: gel nikarin bi îradeya xwe têkoşîna xwe bimeşînin. Rêberê me bi vê hesiya û ev yek got; Hûn nikarin gelekî ku ji bo azadiyê rabûye ser piyan, bi salan e bi îardeya xwe parastina xwe dike, tune bikin. Û li hemberî vê yekê xwe spart mîrate, tecrûbe, danhevî û kevneşopiya şehîdan a dîroka me ya têkoşînê, paradîgma jinûve ava kir, felsefeya azadiyê, neteweya demokratîk, sîstema konfederal a demokratîk û li hemberî modernîteya kapîtalîst paradîgmaya modernîteya demokratîk ava kir, diyarî gelan, jinan û mirovahiyê kir.

KES NIKARE CIVAKEKÊ TUNE BIKE KU RÊXISTINIYA XWE PÊK ANIYE

Dîroka me ya têkoşînê ya 45 salan gav bi gav ispat kir ku ev tevgera li Kurdistanê destpê kir, li Rojhilata Navîn belav bû. Ji Rojhilata Navîn jî wêdetir gerdûnî bû. Îro li tevahiya cîhanê li dora Rêberê me, li dora felsefeya Rêberê me ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me bi hezaran jin, ciwan kampanya azadiyê dimeşînin. Ev yek jî ispat dike ku tevgereke xwe dispêre dînamîkên xwe eger têkoşîneke xwe ava dike, eger daxswazên gelan tîne ziman û li gorî vê yekê jî rêxistiniya xwe pêk tîne, ti hêz nikare bi vê tevgerê.

Têkoşîna ku em îro li çiyayên azad ji bo azadiyê dimeşînin vê yekê ispat dike. Bi salan li çiyayên me yên azad, faşîzmê bi teknîka herî nûjen a NATO’yê êrîşî gerîla, di şexsê HPG û YJA Starê de bi bikaranîna teknîk û çekên kîmyewî xwest tune bike. Û li Zap, Avaşîn, Metîna, H eftanînê, li hemû çiyayên me, her wiha li Dersim, Zagros, Serhed, Botanê eşkere bû ku nikare têk bibe.

Ev ruh ruhê azad ê PKK’ê ye ku ji aliyê Rêberê me ve hatiye afirandin. Vî ruhî çarenûs, rêxistiniya xwe afirand û baweriya bi serketinê ava kir. Nîşan da ku faşîzm li hemberî berxwedana gelan nikare bi ser bikeve. Divê gel û jin careke din bibînin ku vê tevgerê bênavber 45 salan têkoşiya, bi têkoşîna azadiyê bû malê tevahiya gelan.

JIN HER KU XWE BI RÊXISTIN BIKIN WÊ BI SER BIKEVIN

Diyar bû ku gel û jin her ku xwe bi rêxistin bikin wê bi ser bikevin. Her ku xwe zane dikin ber bi serketinê ve dimeşin. Her ku berê xwe bide armanca xwe dikare garantiya têkoşîna azadiyê bi dest bixe. Bêguman cewherekî din ê PKK’ê jin e. Hêzên emperyalîst, hêzên hegemonîk timî gotin: destpêkê li jinê bixin û bi vî rengî dikarin civakê teslîm werbigirin. Di şexsê me de, di şexsê têkoşîna me de nekarîn vê bikin. Ji ber ku hîn di gava destpêkê ya PKK’ê de Rêberê me dît ku jin ew hêz e ku divê destpêkê tevlî têkoşîna azadiyê bê kirin, divê destpêkê bê birêxistinkirin û ev yek pêk anî. Lewma garantiya PKK’ê cewhera wê ya jinê ye. Weke Tevgera Jinê ya Azad me rêxistiniya xwe ya destpêkê li Kurdistanê pêk anî û piştre li Rojhilata Navîn belav bûn, herî dawî li Berlînê di kombûna jinan de nîqaş li ser rê û rêbazên xwerêxistinkirin û xweparastina jinê hate kirin. Me bi vê yekê ji bo afirandina rêxistiniya hevpar gava destpêkê avêt. Bi vê gava destpêkê re me ispat kir ku jin di nava sîstema konfederal a demokratîk de dikarin li hev kom bibin. Îro li her deverê sûdê ji tevgera me ya jinê ya azad werdigirin. Bi Şoreşa Jinê ya Rojava re me xwe gihand gelan û me bawerî da gelan û jinan ku li dora vê têkoşîna azadiyê dikarin têbikoşin. Ji ber vê yekê me cewhera tevgera PKK’ê weke cewhera jinê pênase kir û rêxistiniya vê yekê pêk anîn. Rêxistiniya me ya destpêkê jî artêşbûna jinê bû. Piştre jî artêşbûna jinê li nava tevahiya civakê belav kir û YAJK ava kir. YAJK’ê li her derê jin li dora rêxistiniya xwe zane kir, bi têkoşîna gerîla re derb li dijmin xist û gavên xurt avêt. Bi vê yekê re Rêbertî got: Çima partiya jinê ava nebe? Gelek jin û gelan ev yek bi rengekî matmayî pêşwazî kirin. Ji ber ku mînakeke destpêkê bû, ispata destpêkê bû, gava destpêkê bû û bi avakirina partîbûna jinê re me îdeolojiya rizgariya jinê civakî kirin.

BI BERDÊLÊN GIRAN EM GIHÎŞTIN VÊ ASTÊ

Îro bi milyonan jin li dora îdeolojiya rizgariya jinê xwe zane dikin. Nîqaşê li ser rê û rêbazên rêxistiniya jinê dikin. Nîqaş dikin ku îradeya xwe ya azad divê xwe bispêre çi, bispêre kîjan têgihiştinê. Lewma me dest bi şoreşeke jinê ya duyemîn li Rojhilata Navîn kir.

Bêguman me rêxistiniya vê yekê jî bi xurtî kir. Rêxistinî garantiya azadiyê ya gelan e û bêguman garantiya vê jî xwespartina li parastina xwe ye. Dema ku me bi PKK’ê gav avêt, li dijî mêtingeriyê dest bi têkoşînê kir me ev yek bi xweparastinê kir û bi rêxistiniya li dora xweparastinê em gihîştin vê astê, dîroka xwe ya têkoşînê ya pêncî salî bi vî rengî ava kir. Bêguman berdêlên giran jî hatin dayin.

Divê em jin zanibin ku ji bo têkoşînê berdêlên mezin divê. Meşa li ser rêya azadiyê têgihiştineke mezin dixwaze. Ji ber ku di şexsê jinê de ya tê xwestin bê tunekirin hişmendiya wê, îradeya wê, exlaqa wê ye. Me xwe gihand vê yekê. Bi xwegihandina vê yekê re me dît ku ev yek pêwîstiya esasî ya hemû jinan e. Lewma em bi tenê nebûn tevgera jinên Kurd. Bi têgihiştina ku sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinê me rêxistiniya xwe pêk anîn. Em gihîştin wê baweriyê ku asta vê tevgerê wê bi jinan bê biserxistin. Lewma me xweparastina tevgerên jinan xurt kir. Xweparastin stratejiyeke ji rêxistiniyên cuda ye. Li dijî serweriya mêr, amûra bingehîn a parastinê ya stratejîk e ku li her deverê dikare xwe pê biparêze. Ji ber vê yekê tecrûbe, danhevî û destketiyên me destketiyên jinan hemûyan e.

Ji ber ku me jî xwe spart mîrateyekê. Me baweriyeke bi wî rengî afirand ku bi cewhera tevgera PKK’ê bi azadiyê, sîstema konfederal a demokratîk, felsefeya neteweya demokratîk, dikarin aqlê mêr li tevahiya cîhanê têk bibin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 28’Ê MIJDARÊ 2023’YAN

Nivîsa Pêş

HPG’ê Şahan Gever bi rêzdarî bi bîr anî

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG’ê Şahan Gever bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê Şahan Gever bi rêzdarî bi bîr anî

Li Garê gerîlayan 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin

Li Garê gerîlayan 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Lavrîoyê bi boneya 14’ê Tîrmehê bi bîranîn!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Berxwedana Strasboûrgê kete roja 114’an

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.