Enter your email Address

Çarşamba, Ağustos 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

YBŞ: Di êrîşa îro ya balafirên bê mirov de 2 fermandarên me şehîd bûn

Edîtor: Nucan Serdoz
27/02/2023 - 16:54
di nav Başûr, Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Şerê Gelê Şoreşgerî
Reading Time: 6 mins read
A A
YBŞ: Di êrîşa îro ya balafirên bê mirov de 2 fermandarên me şehîd bûn
ParvekeTweet

ŞENGAL – Dewleta Tirk a dagirker îro li gorî saeta herêmê saet di 11.35’an de bi drone êrîşî wesayîtekê kir. Di encama êrîşa ku li nêzî gundê Behrawa pêk hat de 3 kes birîndar bûn. Niha jî yekîneyên leşkerî yên YBŞ’ê der barê êrîşê de daxuyaniyek da û ragihand ku di encama êrîşê de 2 şervanên wan şehîd bûne.

Yekîneyên YBŞ’ê ev agahî parve kirin:

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê têkildarî êrişa îro ya li Şengalê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku yek ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir li gel şervanek din dema xwestin herin taziyeya du ciwanên Êzidî, bûn hedefa êrişek hewayî. YBŞ’ê diyar kir di encama êrişê de her du fermandar Pîr Çeko û Agir şehîd bûn û rêhevalek wan jî birîndar bû.

Berfirehiya daxuyaniya YBŞ’ê wisa ye:

“Di roja 27.02.2023’an di saet 11.35’an de dewleta faşîst a Tirk bi balafirên bê mirov û bi çek li wesayîtekê da. Di encama vê bûyerê de du fermandarên me şehîd bûn û hevreyekî me jî birîndar bû.

3 rêhevalên me ji bo taziyeyê çûbûn serdana 2 ciwanên ku jiyana xwe ji dest dabûn. Di çûyîna taziyeyê de hevreyên me bi êrîşek hewayî ya balefirên bê mirov bûn hedef.

Ev êrîşa faşîst qirker li hemberî gelê Êzîdi ne cara yekemîn e, ev êrişên dewleta Tirk berdewamkirina qirkirina gelê Êzîdi ye. Li hemberî mafên Ezîdiyan xwe parastin û xwerêvebirinê êrîş heye. Dewleta dagirker a Tirk ji bo aramiya Şingalê çênebe û gelê me venegere xaka xwe ya pîroz êrîşan li ser Şingalê pêk tîne. Ew bi rêya ajan û xayînan van planên xwe yên qirêj li ser Şingalê didomîne. Bi van êrîşan xiyanetkar, hevkar û kesên ku difikirin ku em ê gavê paşde bavêjin bila bizanibin; em di berxwedan û têkoşîna xwe de bi israr û bi biryar in. Ji ber ku me soz da hevrêyên xwe yên şehîd û gelê xwe, em ê heta serkeftinê dest ji berxwedan û têkoşîna xwe bernedin û bi berxwedana xwe em ê têkoşîna xwe mezin bikin.

Fermandarê me yê hêja Şehîd Pîr Çeko (Seed Elî Bedel) ji bo pêşiya fermana 73’emîn de ji bo xwe bigîhîne hawara gelê me yê Êzidî di sala 2016’an de tevlî nava refên YBŞ’ê bû. Fermandar Şehîd Pîr Çeko bi soza azadkirina Şingalê û dilgirtiya li ser şopa Mam Zekî, Mam Beşîr, Seîd Hesen û tevahî şehîdên me yên qehreman meşiyaye û her tim bûye layiqa soza xwe û erkên xwe pêk aniye. Ji roja tevlîbûyî heya roja me ya îro çi rol û erk ketiye ser milê wî bi awayekî serkeftî pêk anî. Ew ji bo fermanek din neyê ser gelê me yê Êzidî her tim di nav hewldanan de bû. Ji ber vê, di sala 2017’an de ji bo tolgirtina gelê me yê Êzidî di kêleka pêşengê me rêheval Şehîd Zerdeşt de tevlî pêngava Reqqayê bû. Hevreyê me Şehîd Pîr Çeko bi tecrûbegirtina wî şerî de berê xwe da xaka pîroz a Şingalê û di nav hevalên xwe de bû mînak. Wek fermandarek pêşeng di nav YBŞ’ê de cihê xwe girt. Hevreyê me Pîr Çeko di jiyana xwe de bi dilnizmî û wêrektiya xwe ve dihate nasîn. Ew bi kedkarî û fedekartiyek mezin li ser rêya şehîdan heya dilopa xwîna xwe ya dawî meşiya.

Rêheval Şehîd Agir jî di sala 2014’an de bibû şahîdê fermana 73’emîn. Qetlîama ku li ser gelê me yê Êzidî pêk hatî, bandorek mezin li ser hevreyê me Şehîd Agir de kiribû. Fermandar Şehîd Agir ji bo rizgarkirina Şingalê heya dawî bi vîna xwe ya bilind û bi fedekartiyek mezin peşengtiyek kir û ji bo rizgarkirina Şingal misoger bibe û rêxistina Şengal ava bibe rolek girîng lîstîye. Ji ber ku ew bibû şahîdê fermana 73’emîn, wî ti carî êşa gelê xwe ji bîr nekiribû û xwe ji bo her erk û rolê amade kiribû. Ew him di kar de him jî di jiyanê de her tim bi moral û coş bû. Di nav hevalên xwe de ji ber fedakarbûyîna xwe pir dihate hezkirin.

Em bi şehîdketina her du hevreyên me yên pêşeng pir bi xemgîn in. Di pêvajoyek wiha de şehîdbûna rêhevalên me bi rastî jî ji bo me û gelê me êşeke mezin e.

Em di serî de ji malbatên her du hevreyên me, gelê Êzidxanê û Kurdistanê re sersaxî dixwazin û ji malbata hevalê me yê birîndar jî şîfa dixwazin. Em soz didin şehîdên xwe yên qehreman, em ê tola hevalên xwe yên şehîd bi mezinkirina têkoşînê ve hilbigrin. Soza ku me dabû hevalên şehîdan re em car din dubare dikin ku çi êrîş were li ser ser gelê me, em ê ji bo parastina vê xaka pîroz û gelê me yê Êzidî, ji her demê bêhtir li ber xwe bidin û ala berxwedanê bilind bikin. Em bejna xwe li pêşberî bîranînên wan de bi hemû hurmetdariyên xwe ve ditewînîn û cardin soza girêdanbûyîna gel û şehîdên xwe didin.

Nasnameyên fermandarên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Çeko Pîr
Nav û paşnav: Seed Elî Bedel
Navê dayik û bav: Kinê-Elî
Cih û dîroka tevlîbûnê: 2016 – Zaxo
Cih û dîroka şehadetê: 27.02.2023 – Behrewa

Nasnav: Agir Cefrî
Nav û paşnav: Xeyrî Xidir Xelef
Navê dayik û bav: Xezal – Xidir
Cih û dîroka tevlîbûnê: 2014 – Xanesor
Cih û dîroka şehadetê: 27.02.2023 – Behrewa

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li girtîngeha Îlhamê ciwanekê hate darve kirin

Nivîsa Pêş

KJK: Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin – NÛ BÛ

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
KJK: Ev şer teqez serkeftinê heq dike

KJK: Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin - NÛ BÛ

ROJEVA 1’Ê SIBATA 2023’YAN

ROJEVA 28’Ê SIBATA 2023’YAN

Manşet

  • Li Helebê Gotûbêja Ekolojiyê
  • Hîlala Zêrîn qetilkirina Diyala El Wadî şermezar kir
  • Karasû: Eger Komîsyon bendewariyan pêşwazî neke, wê encamek baş dernekeve
  • HPG-NRÇ’ê Fermandar Elî Serhed bi rêzdarî bi bîr anî
  • Li Heseke bi sedan tevlî şahiyê li hola Serdemê bûn
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Meşek Li Dijî Madeyên Hişber Lidar Xist
  • Li Qamîşloyê ji bo Ciwan û Zarokan Hewzek û Parkek Nû Vebû

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Qamîşloyê  ji bo Ciwan û Zarokan Hewzek û Parkek Nû Vebû

    Li Qamîşloyê ji bo Ciwan û Zarokan Hewzek û Parkek Nû Vebû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Andok: Zimanê medyayê bêbaweriyê kûrtir dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê Fermandar Elî Serhed bi rêzdarî bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Meşek Li Dijî Madeyên Hişber Lidar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li Marsîlyayê ji bo Armancên Perwerdehiyê Belgefîlma Vejîna Kurdan Temaşe Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çand û hûnera kurdî di nava ciwan û zarokên Hesekê zindî dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hîlala Zêrîn qetilkirina Diyala El Wadî şermezar kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata “Dewlet, desthilatdarî û demokrasî” bi encamnameyekî bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Çalakiyên Li Dijî Polîtîkayên Şerê Taybet Berdewam Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê 5 şehîd bi hurmetî bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.