Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Ziman hêmana bingehîn a avakirina civakî ye

“Ziman ji bo gelekî nasname ye, azadiya ramanê ye, hebûn e; em xwedî li nasnameya xwe, azadiya xwe û hebûna xwe derbikevin. Ziman beden e, xwedî li bedena xwe derbikevin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
21/02/2022 - 10:48
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
KCK: “Li dijî komkujiyan bersiva herî mezin rizgarkirina Efrinê ji destê dagirkeran e”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê peyamek weşand.

Di peyama KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ziman ji bo gelekî nasname ye, azadiya ramanê ye, hebûn e; em xwedî li nasnameya xwe, azadiya xwe û hebûna xwe derbikevin. Ziman beden e, xwedî li bedena xwe derbikevin.

Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê di serî de ji Rêber Apo re ku hêviya azadiya gelekî ya çand, nasname, ziman û hebûna wê hatî qedexekirin û tune hatibû hesibandin gihand asta têkoşîneke bêhempa û di vê oxirê de ti astengî nas nekir, li şehîdên me yên nemir ku di oxira hebûn, ziman, nirx û azadiya gelê xwe de mirin weke bidawîbûnek nedîtin û xwe gihandin nemiriyê, her wisa li gelê me yê berxwedêr ku di gel her cure qedexe, zext, çewisandin, îşkence û înfazan stranên bi zimanê xwe gotî, çîrokên mêrxasiyê vegotî, dengê tilîliyên xwe bilindkirî û li hember neyar çok nedanî, pîroz be.

Ziman ku yek jê hêmana herî sereke a mirovbûn û civakbûnê ye, di afirandin û pêşxistina çanda civakî de jî hêmana sereke û amûra danûstandinê ye. Di vê wateyê de her zimanek hilgirê çandekî ye jî.

ZIMAN HÊMANA BINGEHÎN A AVAKIRINA CIVAKÊ YE

Ziman ne tenê hêmana bingehî a avabûna hişmendiya civakî, di heman demê de hêmana bingehîn a avakirina civakî ye jî.

Gelekî dema xwedî li zimanê xwe derbikeve dibe gel û bi tenê wisa dikare civakbûna xwe biparêze û pêşde bibe. Di vê wateyê de ziman hîma sereke a bîra hevpar e. Pêşketina civakê hemtayê pêşketina ziman e. Berevajî wê jî rast e; civaka zimanê xwe wendakirî, ev civak e ku hebûna xwe jî wenda kiriye. Ji ber ku ziman jî weke çand bîra hevpar a civakan e; tê wateya daneheva hişmendiya civakî, raman, hest û nirxên civakî û teyisandina wan. Civakekê bi çiqasî zimanê xwe yê zikmakî xurt kiribe, ewqasî jî standardên xwe ên jiyanê xurt kiriye. Civaka zimanê wê hatî qedexekirin, ê zimanê xwe wendakirî û ê ketî bin destê dagirkerî û serdestiya zimanên din, ew civak e ku bi dagirkerî, bişaftin û qirkirinê re rû bi rû hatiye hîştin.

Li gel pêşketina kapîtalîzmê polîtîkayên fermî ên dewletan ji destpêkê heya îro li hember hebûna zimanan metirsiyeke jiyanî ye. Di destpêka sedsala 20’an û pê de li gelek deverên cîhanê bi sedema dewlet-netewên yekdest ên hatî damezrandin, gelek welat bûne goristana zimanan. Netewe-dewlet bi polîtîkayên xwe ên qirkirina zimanî û çandî, di hemû qadên jiyanê de perwerdeya bi yek zimanî wek neçariyekî li ser gelan ferz kirine. Riya sereke a bişaftina civakeke qedexekirina zimanê wê civakê ye. Bê şik, ji bo civakekê wêraniya herî mezin ev e bi zimanê xwe neaxive, zimanê xwe ji bîr bike û ji zimanê xwe dûr bikeve. Eşkere ye ku civaka zimanê xwe ji bîr kiriye, bi mîsogerî wê çanda xwe, dîroka xwe, nasnameya xwe û herî dawî jî wê bîra xwe wenda bike. Ev yek qira civakî ye ku ji hêla hişê netewe-dewlet bi domdarî tê meşandin.

GELÊ ME JI HEMÛ DERFETÊN PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ BÊPAR HIŞTINE

Di vê wateyê de bi riya şoreşa ziman ku beriya bi deh hezaran salî li ser xakên Kurdistanê bi pêşengiya jinên Kurd hatî pêşxistin, di gel ku mohra xwe li pêşketina mirovahiyê daye, îro li ser heman xakî ji gelê me yê şoreşa ziman pêşxistî re di zimanê xwe de xwendin, nivîsandin, stran, siyaset, ken, girî û heta wek Apê Musa gotî fîtiklêdan jî hatiye qedexekirin.

Digel qedexekirina bi azadî bikaranîna zimanê zikmakî di hevpeymanên Ewrûpa û Netewên Yekbûyî de jî wek qirkirina çandî tê pênasekirin, netewe-dewletên Tirk, Fars û Ereb ziman û çanda Kurdî xistine nav pencên qirkirinê, gelê me ji hemû derfetên perwerdeya bi zimanê zikmakî bêpar hîştine. Ziman û çanda Kurdî bi hemû hêmanên xwe ên weke wêje, dîrok, muzîk û hwd tune hatiye hesibandin, di nav ziman û çanda dewletên serdest de bi tûnebûnê re rû bi rû hatiye hîştin. Li beramber ev kiryarên faşîzan ên dij mirovî a bi destê netewe-dewletan li hember ziman û çanda me tê birêvebirin ku di cîhanê de mînakeke din a vê yekê tuneye, bêdengiya rêxistina UNESCO a girêdayê Neteweyên Yekbûyî jî, di asta erêkirin û piştgirîdana vê qirkirina zimanî û çandî a bi rojane tê birêvebirin de ye.

Di van rojên em roja ziman a cîhanî pîroz dikin de jî mirovên Kurd ji ber ku perwerdeya bi zimanê Kurdî didin tên darizandin û cezayê girtîgehê li wan tê birîn, ji ber gotina stranên Kurdî tên kuştin, saziyên bi hezar zehmetiyan hatî vekirin tên girtin, li dadgehan pêşî li parastina bi zimanê zikmakî a mirovên li zindanan hatî dîlgirtin tê astengkirin û di derbarê kesên li ber muzîka Kurdî dîlan digirin de fezleke tên amadekirin.

Heman hişmendiya faşîst a ji exlaqê bêpar li hêla din jî Kurdiya divê bikeve bin ewlehiya destûra bingehîn, di dibistanên navîn de dadixe asta ‘dersa bijarte’ û qaşo qencî ango lutfê bi Kurdan dike. Bîra dewleta dagirker a Tirk bi vê şêweyî di hêlekî de hewil dide ji cîhanê re ragîhîne bê ka bi çiqasî demokratîk e, li hêla din jî ji gelê me re dibêje; “Ez ê çiqasî bidim, tu yê qîma xwe bi hewqasî bînî ango têrê bibînî.” Divê dewleta Tirk a faşîst vê yekê baş bizanibe ku; gelê me di vê mijarê de li hember vê siyaseta xistina ji têkoşînê, wê di nav sekneke têkoşer de be û bi lîstikekî wiha yê erzan nexape. Divê bi mîsogerî bê zanîn di hemû astên perwerdehiyê de perwerdeya bi zimanê zikmakî ne lutûf e, mafek e; tişta jê re dersa bijarte tê gotin, zimanekî duyemîn a li derveyî zimanê zikmakî ye. Perwerdeya bi zimanê zikmakî ku mafekî gerdûnî ye nikare bibe waneyeke bijare.

DIVÊ LI HER QADÊ TÊKOŞÎNA JI BO ZIMAN WERE GEŞKIRIN

Di van mercên neyeksan de ku tunekirin li ser gelê me tê ferzkirin û di ti zagonên navnetewî ên li ser mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê de cih ji Kurdan re nayê dayîn, tişta bi tenê bê kirin; di hemû warên jiyanî û zagonî de ji her demê bihêztir meşandina têkoşîna xwedî lê derketin û pêşdebirina hebûn, nasname û ziman e.

Li ser vê hîmê modela perwerdeya Rojava, Bakûr-Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû gelên ku li herêm û cîhanê tekoşîna hebûn, nasname û ziman dimeşînin, mînaka herî bê hempa ê heza cewherî û vîna cewherî ye. Nîşaneya herî bihêz a esas girtina wekhevî, azadî, mafê zarokan, demokrasî û mafê mirovan e û li hember jiyana li ser me hatî ferzkirin îspata pêkanbûna jiyanekî din, jiyanekî pirzimanî û pirçandî ye.

Em Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê careke din diyar dikin ku; mafê perwerdeya zimanê dayikê û bi rengekî wekhev sûdgirtina ji vê mafekî gerdûnî ye. Di vê wateyê de daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji hemû daxwazên din meşrûtir e. Divê em ji bîr nekin ku zimanek ne ji bo ku yên pê diaxivin kêm in; ji bo ku yên pê dizanin neaxivin, xwedî lê dernakevin û ji bo wê tênakoşin tune dibe, dimire. Lewra pêwîst e gelê me li her cihê lê ye axaftin û nivîsîna bi Kurdî wek çalakiya nemiriya zimanê dayikê bibîne, li her cihî, têkoşîna mîsogeriya perwerdeya bi zimanê dayikê û rakirina astengiyên zagonî a li pêş bikaranîna zimanê dayikê têkoşîneke bi hêz û domdar bimeşîne û ti caran rê nede polîtîkayên bişaftinê ên bi feraseta yekzimanî. Bi vê boneyê Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê careke din li gelê me û ji hemû gelên têkoşer re pîroz be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hêvî Nûda: Em jin hîn bêhtir xwedî hişmendî amûr û tecrûbeya têkoşînê ne

Nivîsa Pêş

Zarokên Agir ji bo tola dîroka Kurdan agir pêxist

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Zarokên Agir ji bo tola dîroka Kurdan agir pêxist

Zarokên Agir ji bo tola dîroka Kurdan agir pêxist

DFG ji bo rojnamegeriya kurdî atolyeya perwerdeyê da destpêkirin

DFG ji bo rojnamegeriya kurdî atolyeya perwerdeyê da destpêkirin

Manşet

  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.