Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YJŞ: Me bi paradîgmaya Rêber Apo rastiya xwe nas kir

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi boneya salvegera fermana 2014’an daxuyaniyeke nivîskî weşand. YJŞ’ê bibîr xist ku di fermanê de herî zêde jin hedef hatine girtin, li bazaran hatine firotin, lê îro bi hêrsa li hemberî fermanê û bi daxwaza lêgerîna azadiyê jinên Şengalê gavên mezin ber bi jiyana azad ve diavêjin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
02/08/2021 - 12:56
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
YJŞ: Me bi paradîgmaya Rêber Apo rastiya xwe nas kir
ParvekeTweet

ŞENGAL – Fermandariya YJŞ’ê di salvegera fermanê de eşkere kir ku jinên Êzîdî li şûna mirinê, lêgerîna jiyana azad hilbijartine û hate gotin, ji saya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gihiştine wê astê ku li hember her cûre êrîşan rawestin û bersivê bidin.

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi boneya salvegera fermana 2014’an daxuyaniyeke nivîskî weşand. YJŞ’ê bibîr xist ku di fermanê de herî zêde jin hedef hatine girtin, li bazaran hatine firotin, lê îro bi hêrsa li hemberî fermanê û bi daxwaza lêgerîna azadiyê jinên Şengalê gavên mezin ber bi jiyana azad ve diavêjin.

Daxuyaniya YJŞ’ê ya ji saziyên ragihandinê re hatiye şandin bi vî rengî ye;

“Hezên komploger yên navdewletî bi destê DAÎŞ’ê 3 Tebax’a 2014 an de nijadkujiyek nû li ser gelê me yê Êzîdî pêşxistin. Em vê qirkirinê bi hemû hêrsa xwe û sonda tolhildanê, şermezar dikin û em gelê xwe yê mezlûm ên di fermanê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîrtînin. Şehîdên me yên ji bo vala derxistina qirkirinê canê xwe fedakirin û bi vî awayî pêşî li qirkirinê girtine, bi minnetdarî bibîrtînin û li ber meznahiya wan bejna xwe ditewînin. Her wiha dilsoziya xwe ya bê dawî bi Rêber Apo re dûbare dikin ku bi rênîşandayînekî mezin, me ji qirkirinê rizgar kir.

‘Ferman li hemberî jinê bû’

Armanca sereke ya êrîşa ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê pêkhatî, di şexsê jinê de tinekirina çand, exlaq, dîrok, ziman, bawerî û gel û ola Êzîdxanê bû. Ji ber vê jî bêguman mexduriyeta vê qirkirinê herî zêde keç û jinên Êzidî jiyan kir. Hem bedena wan di bazaran de hatiye pêşkeş kirin, hem jî li ber çavên xwe mirina zarokên xwe dîtin, bi destdirêjiyê re rûbirû man, di rêya penaberiyê de şikestin, talan û dagirkerî dîtin. Ji ber vê yekê ev komplo, komploya ku li hember jinê hatiye kirin e. Di vê êrîşa hovane de herî zêde jin hatine hedef girtin. Ew vê rastiya baş dizanîbûn ku destedirêjiya li ser jin, desteserkirina paşeroj û pêşeroja vê civakê bû. Ji ber vê ewqas êrişek mezin li ser jin hate çêkirin.

‘Me bi paradîgmaya Rêber Apo rastiya xwe nas kir’

Şervanên azadiyê dibin ronahiya fikrên Rêber Apo de yekîtiya xwe pêkanîn, li dijî hovîtiyê şerkirin û pêşî li qirkirinê girtin. Di serî de hêzên HPG-YJA STAR, YPJ-YPG li dijî talan û qirkirina li Şengalê bêdeng neman û berxwedaneke mezin li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin. Her çiqas ferman li ser gelê me yê Êzidî pêk hatibe jî bi saya paradîgmaya Serok APO, di pêvajoya herî zehmet û giran de me rastiya xwe naskir û hêza xwe ya parastinê ava kir. YBŞ û YJŞ li ser rastiya Egîdan, Dilşêran, Nûjiyanan, Gulçînan û Nûjînan avabû û bû bingeha têkoşîna me. Me hêza mirovên azad, jina azad di kesayeta wan de dît û me ji wan îlham girt. Hate dîtin ku gava jin parastina xwe bixwe neke, wê bi xeteriyan re rûbirû bimîne. Li ser vê esasê me hêza xwe bi rêxistinbûna YJŞ û parastina cewherî bi sazî kir. Em îro gihîştine wê astê ku li hember hemû êrîşan rawestin û bersivê bidin.”

‘PDK zemîn ji qirkirina gelê me re amade kir’

Dîsa jî heta ku statuya Şengal’ê bi awayekî fermî neyê qebûl kirin, wê xeteriya li ser Şengal’ê berdewam bike. Bi taybet PDK di qirkirin û tinekirina gelê me yê Êzidî de bûye zemînê herî esasî. Ji bo vê PDK’ê şûna ku ji gelê me û jinan lêborîn bixwaze, bi polîtîkayên qirêj dixwaze dûbare li ser vê erdnîgariyê hakîmiyet avabike û vê axê pêşkêşî hêzên dagirker bike. Li hember nêzîkatiyên îmha û înkarkirinê bersiva herî mezin ewe ku gelê me yê Êzîdî di warê leşkerî û siyasî de rêxistinbuyîna xwe mezin bike û rêveberiya xweser ava bike.

‘li şûna mirinê lêgerîna azadiyê pêş ket’

Çiqas li ser Şengal’ê hewildanên gef û komployê hebe jî, asta ku di roja me ye îro de em gihiştinê mirov dikare bibêje, tekoşîna ku li Şengalê pêşketiye ne wekî beriya fermana 74’ne. Li herêma Şengalê di şexsê jinên rêxistinkirî de guhertinên mezin çêbûne ku karîne pêşî li ferman û komployan bigirin. Jinên ku duh di bazaran de dihatin firotin, mirovên ku li ser rêyan tî û birçî bûn, îro hişyarbuyînekî mezin jiyan dikin û bûn xwedî îrade û ketin nava lêgerîna azadiyê. Şuna koletî û mirinê qebûl bikin, lêgerîna jiyana azad pêş xistin. Li hember fermana ku pêk hatiye xeta têkoşîn, jiyan û berxwedanê, gihiştiye lûtkeya herî bilind. Ji bo em encamên hin xurttir jî bi dest bixin, emê ti car fermana 74’an û yên beriya wê ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin.

Weke Yekîneyên Jinên Şengalê emê îddîa û baweriya xwe ya têkoşînê mezin bikin. Emê hevalên xwe yên şehîd di her kêliya pêngava xwe ya şoreşgerî de bidin jiyankirin.Li ser vê esasê emê hêz û berxwedaniya YBŞ û YJŞ’ê mezintir û xurttir bikin. Emê bi her awayî berxwedan û têkoşîna ji bo bidestxistina statûya xweser ji bo Şengalê mezin bikin. Ya herî girîng jî, em xwe di ber azadkirina fizîkî ya Rêber de xwe berpirsyar dibînin û emê têkoşîna xwe ya di vê çarçoveyê de bilind bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Zarokên Agir bîlançoya mehekî parvekir – Faşîzm dişewite!

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Hevala li Metînayê dagirkerek dîsa ceza kir!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li Çelê çalakî: Leşkerekî Tirk ê dagirker hate kuştin

LEZGÎN - Hevala li Metînayê dagirkerek dîsa ceza kir!

Jinên Ciwan ên Qamişloyê li dijî Komkujiya Êzidiyan daxuyanî dan

Jinên Ciwan ên Qamişloyê li dijî Komkujiya Êzidiyan daxuyanî dan

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Zindanan a PAJK’ê: ‘Em di wê hêzê de ne ku tecrîdê Bişkînin’ 

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.