Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Erdogan û qonaxa ‘Dawiya Diktator’

"Erdogan ji rêjîma Esad yan jî Îran, bi dîktatoriya xwe ne cudaye, tenê nav cuda dibe, lê ew jî mîna wan guh nade miletê xwe, ji ber ku kursî û desthilatî û mal û pere, dîn û îmana van kesayetên dîktatorin, yan jî ya rast em bêjin "karîkator", ji ber ku ew nêzîktirin ji van kesayetên sexte û pêkenok, li ser xwe û miletên xwe."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/09/2019 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
ANALÎZ – Erdogan û qonaxa ‘Dawiya Diktator’
ParvekeTweet

“Bûyerên dramatîk li tevahî herêmê berdewamin, ji kuştin û rûxandin û koçkirina gelan, çi li Lîbya û Yemenê be û çi li Sûriye û Iraqê be.

Ev bûyerên ku bûne mîna perçeyek ji jiyana rojane û rotîn, di astekê weha de ne ku rojekê mirovên van welatan van bûyeran nejîn, weke ku tiştek ji wan kêm heye…!!

Êdî ev rojên bi lez derbas dibin, ji wî mirovî re tenê weke her rojek, ku roj hiltê û diçe ava û bi vî rengî roj xwe dûbare dikin û wateya xwe winda dikin. ji bilî bombabaran û kuştin û şewatê û ji hêla din civînên dûbare ku li ser serê wan pîlan û sînaryoyên xapandinê bi xwe re rûxandin û hêsir û giriyên bêdeng tînin. Wekî hemû zirtên hêzên herêmî û cîhanî, bêdengin û ji pêvî bercewendiyên xwe tiştekî nas nakin.

Dîmenên bi salan dûbare dibin, û tiştekî nû bi xwe re nayine, ta ku em gihiştin vê qonaxa ku em li pêşketin û bûyeran temaşe bikin. Êdî em dengê televizyonê qutbikin, da ku em dengê mêvan û şirovekarên wan yên siyasî nebhîsin. ji ber ku em ji dengên wan êdî aciz û bêhêvî bûne; komkujî û qirika gelan di dirêjahiya deh salan de hiştiye ku em vegerin serdema sînema ya bêdeng ku me temaşe dikir û bê deng em dikenandin.

Niha jî em wê qonaxê dijîn, lê belê vê carê bi êş û azar û xemgînî û giriyên gelên ku rojekê bi rûmet û azadiyê bawer kiribûn.

Em bawer bûn ku ji bo jiyanek bi rûmet û azad, xwîna gelan û fedekarî, êzingên şoreşa ye, lê şoreşgerên kevnar ji me re negotibûn, xwîn nebese û divê em xemgînî û lanet û hêsir û giriyê di qirkê bêdeng maye jî pêre jiyan bikin.

Di ser de li wan kesên ku rojekê me bi wan bawer kiribû bê çawa me di bazara koleyan de difroşin ya herî nêzîk li welatê seqemê Rûsyayê û çawa bi sed hezaran mirovên sivîl ber bi nehêniyê de bazdidin.

Ev çîroka miletekî pişta xwe dabû dîktator û zalimekî derve, ji bo wan ji dîktator û zalimê hindir rizgar bike; ev trajediya ku bi hezarên salan dûbare dibe, lê hîna gelan ji şaşitiyên xwe wate dernexistine.

Erdogan ji rêjîma Esad yan jî Îran, bi dîktatoriya xwe ne cudaye, tenê nav cuda dibe, lê ew jî mîna wan guh nade miletê xwe, ji ber ku kursî û desthilatî û mal û pere, dîn û îmana van kesayetên dîktatorin, yan jî ya rast em bêjin “karîkator”, ji ber ku ew nêzîktirin ji van kesayetên sexte û pêkenok, li ser xwe û miletên xwe.

Ya ku bi navê muxalefeta Sûrî yan jî artêşa sûrî ya azad îro li hemberî piştgirê xwe Erdogan serî hildan, û wêneyên wî şewitandin û ew lanetkirin û doza derketina wî dikin ji ser axa sûrî, piştî ku Erdogan bi erzanî ew firotin di bazara bercewendiyên kesayetî de, êdî tu kaxizên muxalefeta sûrî nemane ku li ser bilîzin. Li hember rêjîma sûrî, ev rêjîma ku ji Erdogan ne kêmtir kûjer û zalime, ji ber ku dîktator hemû mîna hevin di taybetmendiyên xwe de, diktatorê pîs û baş tuneye, lê gelek kesên ku dîrokê nas nakin, tiştî fêmnakin.

Em niha qonaxa dawiya diktatorekî dijîn, her wiha dawiya muxalefetek ku xwe firot dîktatorê derve li hember dîktatorê hindir, di rojên destpêka şoreşê de, gelek nivîskaran li ser dîktatoran û dawiya wan ya trajedî nivsandin. Di dirêjahiya dîroka dagirtî bi van kesayetên cûce, ku ji xwe pêva kesî napejirînin û herdem dibêjin ” EZ”, dawiya zalimên mîna wan ku em bûne şahidê wê ne kêmin, me Sadam û Salih dîtin, lê kanî yên ku wate bidin vê yekê.

Çîroka “Ez ê bilind” ya nivîskar Ogesto Riwa Bastos, di salên 1974’an de hate nivîsandin, ew çîrokek xeyalî li ser kesayetek dîktatorek paragwanî ye bi navê Xosê Gasper Rodrîgîs de Fransîa di sedsala 19 an de, ji hêlekê din pişta xwe dide belgeyên rasteqîn û çîrokên kesayetên li derdora Fransîa, navê çîrokê ji nasnavê ku Fransîa li xwe kiribû digire ew jî Ez ê bilind, dawiya trajedîk ya vê kesayetê bese ku mirov, ders jê bigire. Lê belê tenê kesên ku dîrokê jiyan dikin dikarin ji qanûna jiyan û dîrokê hîn bibin, lê belê yên ku tenê dixwînin wê dûbare dûbare wan şaşitiyan jiyan bikin.

Erê, niha rewşa Erdogan bi vî rengî ye, ew jî wekî dîktatorên beriya xwe, dawiya xwe dijî, tiştê niha li Idlibê rû dide, her wiha destjikarberdana wezîrên nêzî wî û hewildana avakirina partiyek nû û rewşa aborî ya tengav ku ji sifir dijmin ber bi sifir heval ve çû, û şerê hovane ku yê siyasî û meydanî ku li hember kurdan li dardixe, ev hemû pişta rêjîma Erdoganî şikand, û hemû xeyalên wî vala derxistin, dawiya wî û rûxandina wî nêzîk kir.

Bi vê yekê em careke din, dibin şahidê qonaxa dawiya diktatorekî din.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Şiyar Zaxo

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – 46 roj in di bin dorpêçê de ne!

Nivîsa Pêş

Balafirên şer çiyayê Helgurt bombebaran kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Balafirên şer çiyayê Helgurt bombebaran kirin

Balafirên şer çiyayê Helgurt bombebaran kirin

Li Cudî û Bestayê tîmên taybet ên dagirker dîsa bi cilên Gerîla derketin operasyonê

Li Cudî û Bestayê tîmên taybet ên dagirker dîsa bi cilên Gerîla derketin operasyonê

Manşet

  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Bi xwendina fikrên Rêber Apo em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtîya Xwendekarên li hev civîyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.