LUDWIGSBURG – Kurdistanîyan, çalakî û meşandinên xwe yên ku ji rojên berê ve didomin, îro jî bi çalakiyeke nû berdewam kirin. Meşandina ku hate lidarxistin, bi pêşengiya TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û hevalên enternasyonal ên Kurd re hate rêxistin.
Di çalakiyê de, ciwanên ku beşdar bûn bi stran û sloganên xwe berxwedana Rojavaê silav kirin. Di axaftinên ku hatin kirin de, ciwanên Kurdistanî destnîşan kirin ku ew dê di her şert û mercan de li qadên têkoşînê bimînin û bang li mezin kirina têkoşînê kirin.
Meşandin ji Bahnhof Ludwigsburgê dest pê kir û li Marktplatz Ludwigsburgê bi dawî bû. Li wir, di daxuyaniyên ku hatin kirin de hate gotin ku heta ku êrîş bidomin, gelê Kurd ji kolanan venaxwaze. Beşdaran destnîşan kir ku agirbestên demkî ne bes e, û divê statuyeke mayînde û bi ewlehî were garantîkirin.
Çalakî piştî daxuyaniyan bi awayek bê olay bi dawî bû.


