Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Wê Kurdistan di sedsala 20’an de li ser bingeha şoreşê xwedî li mirovahiyê derbikeve û wisa bi dawî bike – III

Edîtor: Nucan Serdoz
22/08/2022 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Wê Kurdistan di sedsala 20’an de li ser bingeha şoreşê xwedî li mirovahiyê derbikeve û wisa bi dawî bike – II
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Ji dahorandinê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….

Bi rastî jî mêtîngeriya Tirk, dewleta Tirk û hukumeta Tirk wisa ye. Ji mirovahiyê û biratiya rasteqîn fêm nake. Me
negotiye; “Emê wisa dijberî Tirkan xebatê bikin, Tirka parçe bikin.” Me got; “Em dixwazin bi Tirkan re di nav aştiyê de wekhev û azad bihevgihin. Ji bo wê werin em nîqaş bikin, pirsgirêkên me hene, em çareser bikin.” Lê belê fêm nakin. Qaşo dê PKK’ê biçewsînin, milet bê serî bihêlin û pirsgirêkê jî bi vî rengî çareser bikin! Tevî ku eşkereye ev nêzîkbûnek çiqas sextekarî ye û dijberên me jî di vê gotinê de evqasî bi israrin, diyare em gavek din a pêşveçûyî davêjin. Belê ji bo vê em dibêjin, emê rabin serhildanê, hîn zêdetir xwedî li gavên serhildanê û gêrîla derbikevin. Ji niha ve gêrîla li hemû çiyayên welatê me cihê xwe girtiye. Ji Serhedê heta Amanosan, ji Bîngoxayan heta Zagrosan hemû çiya ji aliyê bîrîmên me yên gêrîla ve hatine girtin. Dîsa miletê me ji Bazîdê heta Pazarcixê, ji Dêrsimê heta Silêmaniyê seranser di nav yekbûn û yekîtiyê de dengê me guhdar dike û li derdora partiyê di yekbûnê de radibe ser piyan. Ev yekem care pêk tê û em dibêjin, raperîna me ya vê carê, bi raperînê re xwe vekişandina çiyan dê bi me bide serxistin.Hêjayî gotinê ye, êdî miletê Tirk jî kiryarên dewleta xwe ya mêtînger û faşizan napejirîne. Êdî hatiye fêmkirin ti berjewendiya wî jî di vê polîtîkaya dewletê de nîne. Dê miletêTirk jî bizane di van salan de bi serdewleta faşizan a bi lenet û hukumeta wê de biçe. Partiya me hîn ji niha ve ji bo raperîn û gêrîla hemû hêza xwe seferber dike. Di vê navberê de em ji hemû endamên partiyê re jî vê bêjin, hûn di nav gel de ne, vê salê hûn hîn zêdetir di serhildanê de ne. Wê ji bo serhildanan li hemû bajar û gundan komîte û nûnertî bên damezirandin. Dê ev qad bên xurtkirin, li her gundî nûnertiyek serhildanê, li her bajarî jî komîteyek serhildanê ji niha ve bi şêweyek gavên hîn xurtir davêje. Raperîn rêxistinbûnek, şêweya şerek ku her kes her tiştê xwe feda bike û beşdar bibe ye. Ji kesên duayên xwe kêm nake heta dar û berên xwe kêm nakin, ji dijminê xwe dizîna çek bigirin heta çeka xwe dana bikaranînê, her kes di radeya hêza xwe de bi her tiştê ku firsendê dibîne ve peywira xwe pêk bîne. Ji gund heta bajaran, ji bajaran heta çiyan dê her rê bê bikaranîn. Me li gundan xebat kir, gund ji gundiyan re teng hat.
Me heman xebat li bajêr kir, bajar ji bajariyan re têng hat. Hûnê ber bi çiyan ve bimeşin. Êdî li çiyan ji her kesê dixwaze şer bike re cîh heye. Çek jî heye. Li dervî welat jî her tişt hatiye amadekirin. Ji qiraxên Behra Reş heta Kurdistanê dê rê şanî miletê xwe yê di raperînê de û şer dike bike. Gel di wê astê de ye dikare peywira paş eniyê pêk bîne. Êdî dewra weke berê tecrîdkirin û tenê hiştinê derbas bûye. Jixwe di nav gelê Tirk de jî bi milyonan mirovên Kurdistanî hene. Dê ew jî peywirên xwe pêk bînin. Deh milyonî zêdetir Kurdistanî li bajarên Tirkan –li Stenbolê, Îzmîrê, Enqere, Adana, Antalya- dê bi qasî yên li Kurdistanê têbikoşin. Dê vê têkoşînê bi gelê Tirk û şoreşgerên Tirk re pêkve pêş bixe. Tê dîtin, êdî dewra weke berê tecrîdkirinê, beşek ji ya din qutkirin, Sûnî dijberî Elewiyan pêşxistin û hwd nakokî bikaranînê derbas bûye. Êdî dewra Dêrsim ji Amedê yan jî Botan ji Amedê veqetandinê derbas bûye. Lê dijmin dixwaze nokeran û rêberên Kurd ên sexte beramberî me bikar bîne. Êdî dewra van tevan derbas bûye. Êdî sînor jî, li Başûr ketine rewşek ku xizmetê ji şoreşa
Kurdistanê re bikin.Vaye ev hemû jî destnîşan dikin, ji bo me firsenda raperînê û di vê raperînê de serxistin tê dîtin. Pêşengê we hene, beriya her tiştî endamên we yên partiyê hene. Her çendî ev nebes jî bin, dê peywirên xwe bikin, bi kesayetên xwe yên hatî selmandin ve di mercên herî zehmet de jî peywirên ku para wan dikeve pêk bînin. Gêrîlayên me hene, ji her hêlê ve li ber serê we ne. Dikarin raperînan biparêzin, pêş bixin. Wexta zehmetî jiya dê werin cem we, xwedî amadekariyek wisa ye dikarin her kesî bidin şerkirin.Lewra ji bo hûn vê firsenda dîrokî ya mezin binirxînin em dibêjin ku, emê sala 1992’an baş binirxînin. Serkeftin nêze. Ev bi xwîn, an jî bê xwîn dibe, lê jiyana heyî ne çarenûseke û azadî mafê me ye jî. Ev ne dikare bê înkarkirin ne jî dikare pêşî lê bê girtin. Di cîhanê de navê netewek û welatek xwedî 40 milyon şênî nenaskirin dervî mirovahiyê ye. Di cîhanê de miletek û
welatek wisa nîne. Lewra emê ser bixin. Netewên nîv milyon jî bûne dewlet. Ji aliyê din ve jî her roj dewletên nû çêdibin. Elbet dê miletê herî dêrîn ê dîrokê, miletê Kurdistanê desthilatiya xwe ya serbixwe û azad saz bike. Her çendî evqasî dereng jî ketibe, dê weke mafê me ya herî xwezayî emê ber bi desthilatiya xwe
ya hebûna me bide jiyîn û me azad bike ve bimeşin. Emê parçe parçe, hêdî hêdî desthilatiya xwe ya gel damezirînin.Min di axaftinek xwe de ji we re vegotibû ku, emê di vê sala şer de çawa meclîsa xwe ya netewî damezirînin. Îsal di heman demê de bi nûnerên ku hûnê hilbijêrin ve emê ber bi meclîsa netewî ve bimeşin. Êdî li nav meclîsa dijmin cihê me nîne, mafême yê axaftinê jî nîne. Hûn jî vê pir baş dizanin. Emê vê salê ji bo Kurdistanê weke meclîsek netewî, kongreyek netewî binirxînin. Hûnê mirovên herî baş ji nav xwe hilbijêrin. Hûnê mirovên ku xwe di şer de selmandine, ji her hêlê ve baş dikare biparêze û dema hewce kir bikare jiyana xwe jî feda bike weke nûner bişînin qadên me yên şer û wan ber bi meclîsa netewî ve bidin bazdan.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 22’Ê TEBAXA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Xweza di navbera zulma desthilatdariyê û çavbirçîtiya kapîtalîzmê de

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Tevna qirêj

Xweza di navbera zulma desthilatdariyê û çavbirçîtiya kapîtalîzmê de

Gerîla TV dîmena çalakiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê weşand

Gerîla TV dîmena çalakiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê weşand

Manşet

  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.