Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Gerîlayan rê li leşkeran girtin – Helîkoptera Skorsky hate xwarê

Helîkoptera Skorsky ku dixwest leşkeran li derdora çeperên şer ên li qada Şehîd Gelhat a Girê Amediyê deyne, ji gerîla derb xwar. Piştre jî li nêzî Qereqola Girê kete xwarê û îmha bû.

Edîtor: Nucan Serdoz
21/08/2022 - 16:11
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Gerîlayan rê li leşkeran girtin – Helîkoptera Skorsky hate xwarê
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser rewşa dawî ya şer daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Hêzên me li gel şert û mercên giran jî ji bo parastina azadî û hebûnag elê Kurd berxwedaneke bêhempa dimeşînin ku di dîrokê de kêm caran hatiye dîtin. Artêşa Tirk a dagirker nikare berxwedana hêzên me bişikîne. Ji ber vê yekê jî her roj nirxên mirovahiyê binpê dike, bi rêbazên herî hovane êrîş dike, bi rengekî bêperwa çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne û sûcên şer dike. Di êrîşên dagirkeriyê de ku ji 14’ê Nîsanê û vir ve têne kirin, zêdeyî hezar carî her roj çekên kîmyewî yên qedexekirî, bombeyên termobarîk, bombeyên taktîk nukleer û bombeyên fosforê bi kar aniye. Hêzên navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe li hemberî vê yekê bêdeng dimînin, ji raya giştî û saziyên pêwendîdar jî nerazîbûneke bi têrkerî nayê nîşandan. Sûcên şer ên artêşa Tirk ku em wan bi belge dikin û pêşkêşî raya giştî dikin, li pêş çavan e. Her kesên xwedî wijdan û bi berpirsyarî divê nerazîbûna pêwîst nîşan bide. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst van sûcên şer bi navê gelên Tirkiyeyê dike, hemûyan di bin guneh de dihêle. Ji ber vê yekê ya ku herî zêde divê nerazîbûnê nîşan bide û li ber rabe, civaka Tirkiyeyê. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 22 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 18 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi tank û çekên giran bombe kir. Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara li hemberî çeperên şer bombeya fosforê bi kar anî.

GERÎLAYÊN AZADIYÊ YÊN KURDISTANÊ BI FEDAÎ LI BER XWE DIDIN

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çawa ku heta niha bi rengekî fedaî li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe dan, ji niha û pê ve jî wê bi baweriya serketinê hîn mezintir li ber xwe bidin. Gerîlayên azadiyê ku hunera bilind a lêdanê û taktîkên gerîla yên serdema nû bi kar tînin, bi rêbaza encamgiriyê wê vê berxwedanê teqez bi ser bixînin. Di çalakiyan de ên bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger hatin lidarxistin helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin, dagirkerek hate cezakirin û 3 sîstemên kamera yên mobesse û droneyek hatin îmhakirin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hatin lidarxistin û êrîşan wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

20’ê Tebaxê saet di 06:15’an li qada Şêxzade ya herêma Xakurkê 2 sîstemên kamera yên mobesse ku dagirkeran li qadê bi cih kirin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin îmhakirin. Piştî çalakiyê drone li ser qadê firiyan û di encama destwerdana hêzên me de drone neçar man ji qadê biçin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

18’ê Tebaxê li herêma Metînayê, leşkerên Tirk ên dagirker ji Girê Çarçelê ku hêzên PDK’ê lê bi cih bûne, xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Piling ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ve biçin. Tîmên me yên bi tevger li van dagirkeran xistin ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve dihatin û dixwestin xwe li qadê bi cih bikin. Piştî çalakiyê dagirkeran bi balafirên şer bombe li vê qadê barandin. Dagirkerên ku derb xwarin neçar man ji qada Şehîd Bilind vekişin.

19’ê Tebaxê saet di 21:35’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, liv û tevgera helîkopteran hebû. Helîkoptereke bi tîpa Skorsky ku dixwest dagirkeran il derdora çeperên şer ên li qada Şehîd Gelhat deyne, bû hedefa tîmên me yên bi tevger. Tîmên me yên bi tevger ji nêz ve derbên giran li helîkopterê dan. Helîkoptera Skorsky ku nekarî dagirkeran deyne qadê, berê xwe da sînorê Bakurê Kurdistanê û li nêzî qereqola Girê ya li navçeya Çelê kete xwarê. Bi saetan şewitî û bi temamî îmha bû.

20’ê Tebaxê saet di 11:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bi sabotajê li dagirkeran hate xistin ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li qadê.

20’ê Tebaxê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, li dijî dagirkerên li derdora çeperên şer, bi sûîqestê çalakî hate lidarxistin û dagirkerek hate cezakirin. Droneyeke ku piştî çalakiyê li ser qadê geriya, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hate îmhakirin.

20’ê Tebaxê saeti di 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, sîstemeke kamera ya mobesse ya dagirkeran ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate îmhakirin.

20’ê Tebaxê saet di 21:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî derb li dagirkeran hate xistin.

21’ê Tebaxê saet di 06:00 de bi çekên ferdî û bombeyên destan li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî;

19’ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, dagirkeran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmeywî 4 caran bombe li çeperên şer ên li Girê Şehîd Seyîdxan barandin.

20’ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî yên bi droneyan ve hatin kirin, 10 caran li hemberî çeperên şer hatin bikaranîn. Di heman demê de 3 caran bombeya fosforê li hemberî çeperên şer hate bikaranîn.

20’ê Tebaxê li Qadên Berxwedanê yên Karker û Girê Amediyê 5 caran bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî li hemberî çeperên şer hatin bikaranîn.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi tank, çekên giran û helîkopteran;

20’ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Saca û Kurojahro 18 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

20’ê Tebaxê Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi tank û çekên giran bi dehan caran hate bombekirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YPG’ê nasnameya şervanê xwe Çiya Qendîl eşkere kir

Nivîsa Pêş

Ji bo Girtiyên Behdînanê yên di greva birçîbûnê de banga lezgîn hate kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji bo Girtiyên Behdînanê yên di greva birçîbûnê de banga lezgîn hate kirin

Ji bo Girtiyên Behdînanê yên di greva birçîbûnê de banga lezgîn hate kirin

ROJEVA 01’Ê TEBAXA 2022’YAN

ROJEVA 22’Ê TEBAXA 2022’YAN

Manşet

  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.