Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

LEZGÎN: Çalakiyên Gerîla bê navber dewam dikin – 10 dagirker hatin ceza kirin

"Me di daxuyaniya ya 4’ê Tebaxê de diyar kiribû helîkoptereke êrîşê dema ku xwestibû Qada Berxwedanê ya Girê Fm bombe bike, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê li helîkopterê dan. Tîmên me teqez kirine ku helîkoptera êrîşê ya Atak piştî ku derb xwariye, ketiye."

Edîtor: Nucan Serdoz
05/08/2022 - 15:51
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
LEZGÎN – HPG: Li Zap û Metîna 7 leşkerên Tirk hatin kuştin û Li Metîna helîkopterek hat xistin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Ber bi nêzbûna Pêngava 15’ê Tebaxê re çalakiyên gerîla jî zêde dibin. Di çalakiyên gerîlayên azadiyê de 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, helîkoptereke Atak hate xistin û wesayîteke zirxî hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şer ev daxuyanî da;

“Gerîlayên azadiya Kurdistanê di çalakiyên silavkirina Cejna Vejînê de ya ku bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê dike, derbên giran li dagirkeran dixe. Di çalakiyên gerîlayên azadiyê de helîkoptereke Atak hate xistin, wesayîteke zirxî hate îmhakirin. Di van çalakiyan de 10 dagirker hatine cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn. Di heman demê de derb li kepçe, helîkoptereke Skorsky û dronekê jî hate xistin.

Artêşa Tirk a dagirker li hemberî çalakiyên ku bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger tên kirin, neçar maye û sûcên xwe yên şer didomîne. Di vê çarçoveyê de Qadên Berxwedanê 42 caran bi çekên kîmyewî û taktîk nukleer, 12 caran bi balefirên şer, 15 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran hatine bomberdûmankirin.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirin wisa ye:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de

Di 2’ê Tebaxê de wesayîteke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker dema di navbera Girê Maymûn û Girê Sînek ê Şirnexê de di rê de diçû, tîmên me yên YJA Starê bi sabotajê li vê wesayîta zirxî xistin. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî îmha bû, 8 dagirkerên di wesayîtê de hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûne.

Me di daxuyaniya ya 4’ê Tebaxê de diyar kiribû helîkoptereke êrîşê dema ku xwestibû Qada Berxwedanê ya Girê Fm bombe bike, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê li helîkopterê dan. Tîmên me teqez kirine ku helîkoptera êrîşê ya Atak piştî ku derb xwariye, ketiye.

Di 4’ê Tebaxê de tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li qereqola artêşa Tirk a dagirkera li Kanî Masî ya li Başûrê Kurdistanê dane.

Di 4’ê Tebaxê de saet di 17.00’an de  hêzên me bi sûîkastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dane û li vir dagirkerek hatiye cezakirin.

Di 4’ê Tebaxê saet di 18.05’an de dagirkeran dema ku xwestine bi çekên giran li çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Fmê bidin, hêzên me bi sûîkastê li dagirkeran dane û li vir dagirkerek hate cezakirin.

Di 4’ê Tebaxê de bi şev helîkoptereke Skorsky xwestiye leşkeran deyne Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, hêzên me li vê helîkopterê dan û vê helîkopterê nekarî dakeve û neçar ma ji qadê derkeve.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Roja 4’ê Tebaxê saet 10.55’an wesayîteke kepçeyê ya ku dixwest tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê îmha bike, ji aliyê tîmên me yên bitevger ve bi çekên giran hate derbkirin. Piştî çalakiyê dagirker neçar man êrîşên xwe rawestînin.

Roja 4’ê Tebaxê saet 17:15’an droneke keşfê ya li ser Qada Berxwedanê ya Girê Werxelê digeriya, ji aliyê hêzên me ve hate derbkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Roja 4’ê Tebaxê saet 18.00’an hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemço dan.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî pêk aniye;

Di 4’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên destan û 3 caran bi bombeyên nukleerî û çekên kimyewî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bombebaran kir.

Di 4’ê Tebaxê de tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê 30 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 4’ê Tebaxê de tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara 6 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 4’ê Tebaxê de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Çemço 3 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên giran, obus, helîkopter û balafirên şer kirine;

Di 4’ê Tebaxê de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê balafirên keşfê geriyane.

4’ê Tebaxê qada Girê Zengil ê girêdayî Garê û Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Sîda 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

4’ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM û Kurojahro 15 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 4’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Şikefta Birîndara bi çekên giran, obus, hawan û tankan hatine bombekirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji 25’ê Adara 2021’an agahî ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nayê girtin

Nivîsa Pêş

Jinên Tîrêjên Rojê bîlançoya meha Tîrmehê eşkere kirin – Emê berxwedanê roj bi roj mezintir bikin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Jinên Tîrêjên Rojê li dijî polîs û notirvanan çalakiyek li dar xistin

Jinên Tîrêjên Rojê bîlançoya meha Tîrmehê eşkere kirin - Emê berxwedanê roj bi roj mezintir bikin

Girtiyên Behdînanê rewşa wan xeter e

Mirovên girtiyên Behdînanê: Cezakirina girtiyan li ser projeya ramanê azad metirsî bû

Manşet

  • Xwendekarên Peymangeha Bijîşkî ya Kobanê destek didin dermankirina birîndaran
  • Gelê Kurd Bi Rihê Serhildanê Li Kolanan e
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.