Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

LEZGÎN: Komek ciwanên Ereb û Kurd tevlî nava refên gerîla bûn

Di meşa dirêj a Rojavayê Kurdistanê de komek ciwanên Kurd û Ereb ragihandin ku tevlî nava refên gerîla bûne.

Edîtor: Nucan Serdoz
01/06/2022 - 21:03
di nav Çalakî, Ciwan, Ciwanên Kurdistanê, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
LEZGÎN: Komek ciwanên Ereb û Kurd tevlî nava refên gerîla bûn
ParvekeTweet

DÊRÎK – Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê, ku ji 17’ê Nîsanê de, li ser Herêmên Parastina Medyayê dane destpêkirin, heya roja îro bi hemû rê û rêbazên hov dewam dike. Dewleta Tirk ya dagirker ku dixwaze di şexsê Tevgera Azadiya Kurdistanê û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de tevahî gelê Kurd û Kurdistanê qir bike, her roj êrîşên xwe bikaranîna çekên kîmyawî re zêdetir dike. Dewleta Tirk ya qirker ku li çiyayên Kurdistanê li hember berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi binketiye, dixwaze binkeftina xwe bi êrîşên li ser bajarên Kurdistanê re veşêre, bi taybet di van demên dawiyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne. Li hember van tevahî êrîşan hem Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û hem jî gelên kurd û Kurdistanê berxwedaneke destanwarî raber dikin. Li hember berxwedana gerîla û gel, ku bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî dewam dike, dijmin ketiye nava astengiyên mezin û nefesên xwe yên dawiyê dikişîne.

Li ser esasê ku êrîşên dagirkeriyê yên bê navber bi hevkariya PDK’ê û tevahî hêza NATO’yê li ser gelê Kurd û Kurdistanê dewam dike, ji aliyê Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan ve seferberî hate ragihandin. Seferberî li ser esasê ku her ciwan û kurdekî bi rûmet, li dijî van tevahî êrîşên qirker û faşîst li berxwe bide û cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de bigire hate ragihandin. Seferberî bi dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” hate îlan kirin.

Di vê çarçoveyê de ji bo ku tevahî ciwanên Kurdistanê û ciwanên derveyî Kurdistanê li Ewrupayê dimînin, ji banga seferberiyê re bibin bersiv û bi 18’yemîn salvegera Pêngava Şoreşgerî ya 1’ê Pûşperê (1’ê Hizêranê) careke din bi rihê berxwedana gerîla derb li dagirkeran bidin, meşeke dirêj ku li her derê heya 3’ê rojan dewam kir organîze kirin.

Li ser vê esasê li Rojavayê Kurdistanê û tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ciwanan bi rihê seferberiyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastina Medya û tevahî Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ye, meşeke dirêj li darxistin. Ciwan û jinên ciwan bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re, di heman demê de ji bo piştgirîdayîna berxwedana gerîla, ev îro bû 3’ê rojin li qadanin û êrîşên dagirkeriyê şermezar dikin.

Di heman demê de ciwanên Rojavayê Kurdistanê û tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tenê bi meşê re sînordar neman, ciwanên ku tevlî meşê bûne, bersiv dan êrîşên dagirkeriyê û biryara xwe dan ku tevlî nava refên gerîla bibin. Ciwanên Kurd û Ereb yên ku tevlî meşê bûne bersiva banga serferberiyê ya Komalên Ciwan dan, di 18’yemîn salvegera Pêngava Şoreşgerî ya 1’ê Pûşperê de derbekî nû li dagirkeran dan.

Ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku cihê xwe di Meşa Dirêj ya sê rojan de digirtin, piştî ku meş gihîşt bajarê Dêrîkê ciwanan bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla ragihandin. Ciwanan di daxuyaniya xwe de bal kişandin ku di pêvajoya bi vê rengî de tevlîbûna nava refên gerîla bersiva herî raste.

Bi temamî daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye;

Dewleta Tirk ya faşîst û qirker ku temsîliyeta xeta modernîteya kapîtalîst dike, dijminahiya gelê Kurd û Netewa Demoqratîk bi rê û rêbazên nû yên derveyî pîvanên mirovahiyê berdewam dike. Ji ber ku afirandêrê Modernîteya Demoratîk dike, di şexsê Rêber Apo de tecrîd û polîtîkayên îmhayê, li ser tevahî gelê kurd didin meşandin.

Êrîşên li ser Zap û Avaşînê, ku di 17’ê Nîsanê de hatiye destpêkirin, ji van polîtîkayan qût û dûr nînin. Armanca hêzên qirker ji van êrîşan qirkirina tevahî gelê Kurd e. Lê belê parêzvan û fadayên gelê Kurd, armanc û hedefa KT’yê tevlîhev kir û vala derxist. Li beramberî îrade û serkeftina gerîla, dewleta Tirk êdî ber bi hilweşandinê ye. Dewleta faşîst ya ku bi êrîşên bejahî nikarîbû encam bigire, serî li rêbazên qirêj yên derveyî pîvanên mirovatiyê da.

Ji ber vê bi teknîkên pêşketî û bi çekên kîmyawî êrîşên xwe berdewam dike. Li ruxmî van hemû êrîşên gerîla bi felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kirî û nîşan da ku tu teknîk û kîmyasal nikare li beramberî îrade û rêxistinbûyînê bigire. Dewleta Tirk ya qirker derfet û alternatîfê jiyana însanên kurd û ciwanên kurd nehêştiye, lewma yekane cihê parastina hebûn û rûmeta me çiyayên azadin. Li beramberî xata îxanetkar ya PDK’ê û vampîrê kurdan Erdoxan, bê deng mayîn tê wateya desteka wan dikin û alîkariyê didin wan. Ji bo vê em weke ciwan bê dengiyê qebûl nakin.

Li ser wan esasan em bersiva didin bangawaziya Komalên Ciwan, ya li dijî îxanet û dagirkeriyê, werin cenga azadiyê. Em biryara tevlîbûna partiyê û soza tolhildana hevalên şehîd û heman demê de tunekirina xeta îxanetkar ya kurmên darê didin. Di serî de bangawaziya me ji bo tevahî ciwanên Bakur û Başûrê Kurdistanê û giştî ciwanên Kurd û cîhanê heye. Ger em li azadiyê digerin, azadî bi şer misoger dibe, riya şerê rast jî gerîlabûyîne.

Em wekî ciwan û pêşengên vî gelî, emê bibin topek ji agir, bi îxanetkar û dagirkerên Kurdistanê de biteqin, emê her qadê vegerînin qadên serhildanê. Em xwedî îdîa, îrade û serkeftinên mezinin, emê bi beşdarbûna seferberiyê re, Kurdistanê ji dagirkeran re bikin goristan. Li ser vê bingehê em bang li her ciwanekî xwedî rûmet û karamet dikin, em dibêjin li dijî îxanet û dagirkeriyê, werin cenga azadiyê.

Herî dawî daxuyaniya ciwanan bi siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Werin Cenga Azadiyê” bi dawî bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Meşa Dirêj ya ciwanên Rojava bi germahiyeke bilind li Dêrîkê dewam dike

Nivîsa Pêş

Meşa Dirêj ya Ciwanan li Yewnanîstanê rojên xwe bi dawî kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Meşa Dirêj ya Ciwanan li Yewnanîstanê rojên xwe bi dawî kir

Meşa Dirêj ya Ciwanan li Yewnanîstanê rojên xwe bi dawî kir

Ciwan li dijî xiyanet û dagirkeriyê li Marsîlyayê meşiyan

Ciwan li dijî xiyanet û dagirkeriyê li Marsîlyayê meşiyan

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.