Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Şengalê bêhna azadiyê tê

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
31/08/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Ji Şengalê bêhna azadiyê tê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Aysel AVESTA nivîsand 
Ji gelî û newalên Şengala ku beriya 7 salan dengê nalenalê jê dihat, niha bêhna azadiyê tê. Dayikên bê mecal, bûne peşeng û milîtan. Ji çavê zarokên ku ken ji bîr kiribûn, azadî dibiriqe. Keç û xwortên ku bê hêvî mabûn, niha bûne şervan û parazvanên axa xwe. Jinên ku dixwestin ji xwe re bikin kole, niha çek hilgirtine û tola xwe radikin. Şengalê ango Êzîdxanê, piştî fermana 73’ yan cara yekê ye ku bi hêza xwe birînên xwe pêçan. Di dema fermanên berê de li şûna ku hêza xwe ya parastin û rêxistinî ava bikin, berê xwe didan çiyayên xwe û xwe li qontarên Çiyayên xwe vedişartin. Ji lewma hertim hêzên desthilatdaran ew li gorî dilê xwe bi rê ve dibirin.

Di dema rejîma Sedam de yên herî zêde tevlî hemû mekanizmayên pergalê hatin kirin, Êzîdî bûn. Di serî de Sedam parazvaniya hemû erkdarên rejîma Beesê ji aliyê Şêx û serekeşîrên Êzîdiyan ve dihat kirin. Civaka Êzîdî ango kesên ku ew kar dikirin, ev yek ji xwe re weke xenîmet didîtin. Lê pê nedizanîn ku bi vê polîtikayê hebûna wan tê înkarkirin.
Ji lewma heta niha jî qismek Êzîdî hene, dibêjin; Em ne Kurd in, Êzîdî ne. Piştî hilweşandina pergala Sedam Hisên vê carê PDK ket dewrê û li ser civakê Êzîdî heman siyaset meşand. Êzîdiyên bê mecal, vê carê pişta xwe dan mala Barzanîyan.

Tevlî hewqas karesat û malweraniyê jî hîna hinek kes hene ku ji van derewan bawer dikin û neyartiya koka xwe dikin. Lê em hemû di 3’ê Tebaxa 2014´an de bûn şahidên wê yekê ku van hêzan Êzîdî neparastin û ew di nav lepê hovan de hiştin. Cîhan hemû dizane ku di dema Fermanê de ne ji şervanên azadiya Kurdistanê bûya, îro kesî nikarîbû bahsa hebûna vê civaka kevnar bikira.

Beriya Fermanê piştî ku Mûsil û Tilafer ket destê çeteyên DAIŞ’ê, Êzîdiyan hemûyan dizanî ku jiyana wan ne ewle ye û êriş wê bi ser wan de bê. Lê tevî vê yekê jî heta kêliya dawî baweriya wan hebû ku wê peşmergeyên mala Barzanî parastina wan bikin. Mixabin tevlî ewçend xiyaneta mala Barzanî jî hîna hinek Êzîdî baweriya xwe bi wan tînin.

Bi vê wesileyê ez dixwazim ji wan kesan re bêjim; dev ji berjewendiyên xwe yên malbatî û eşîrtiye berdin. Doza rast a Şehîd Seîd Hesen, Zerdeşt Şengalî, Bêrîvan û Mam Zekî ye. Ya ku we ji fermanan xilas bike, xeta wan lehengan e. Azadiya Êzîdiyan û Xweseriya Şengalê bi yekîtî û tifaqê pêkan e. Ji bo pêkanîna vê jî bingeh amade ye. Şengal êdî xwedî hêza parastin û îradeya siyasî ye.

Beriya fermanê û piştî fermanê ez gelek caran çûm serdana Şengalê û rewşê ji nêz ve dişopînim. Min şahîdiya Şengala werankirî jî kir û ya niha jî. Her cara ku ez çûm Şengalê, min dît ku Şengal çawa hatiye guhertin û bi pêş dikeve. Bi van guhertinan dilê mirov gelek şah dibe. Herî dawî beriya êrişên 16-17 Tebaxê bi demeke kin ez dîsa li Şengalê bûm. Lê bipêşveçûnên vê carê pirr ji yên din cuda bûn. Vê carê hem ji aliyê civakî û siyasî ve hem jî ji aliyê leşkerî û çandî ve gelek guhertinên berbiçav hebûn. Ew êdî baweriya xwe ji derveyi xwe bi ti hêza din nayînin. Jixwe, her du êrişên li ser hev yên ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve, li hemberî vê vîn û biryardariyê bû. Ew dixwazin civakê bê pêşeng bihêlin da ku li gorî xwe dîsa wan bi rê ve bibin. Lê êdî ev yek ne pêkan e. Ji ber ku yek diçe bi sedan tên şûna wê/wî. Her ew êriş dikin, hêrs û kîna Şengaliyan zêdetir dibe.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – EM WEKE TEVGERA PKK’Ê TEVGEREKÊ RÊBERTİYÊ NE

Nivîsa Pêş

TAYBET – Nûnerê Soysuz yê Amedê Baronê Fûhûş û Tiryakê derket – 2

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
TAYBET – Nûnerê Soysuz yê Amedê Baronê Fûhûş û Tiryakê derket – 2

TAYBET – Nûnerê Soysuz yê Amedê Baronê Fûhûş û Tiryakê derket – 2

Karasû: Bicihkirina penaberên ne ji herêmê, dagirkerî ye

Karasu: Eger PDK û Iraq li ber van êrişan ranabin, hingî ji bo bicihanîna vê peymanê Tirkiyeyê bi kar tînin

Manşet

  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin
  • Meşa Ciwanên Kurd Li Ludwigsburgê Ji Bo Rojava
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin
  • Li Stuttgartê, Endamên Ciwan Ên TCŞ Li Dijî Dagirkeriyê Afîşan Daliqandin
  • Rêxistinên Ciwanan Li Kizilayê Ji Bo Rojavayê Daxuyanî Belav Kirin
  • Li Kobanê konsera berxwedanê
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Mem û Zîn

    17 Parve kirin
    Parve Bikin 17 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Hevrê Hêvî Amûdê Şehîd Şû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.