Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

PKK: Sala 38’an a Pêngavê wê bibe salek ku şerekî xurt lê bê kirin û serketina mezin bê bidestxistin

"Tevgera me û gelê me li ser bingeha stratejiya şerê gel ê şoreşgerî, hêz û enerjiya xwe bi temamî ji bo şerê şoreşgerî yê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê seferber bike û li ser vê bingehê jî pêngava 'Dem dema azadiyê ye' bi ser bixîne ku armanca xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
12/08/2021 - 12:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
“Divê ala 1’ê Gulanê li her cihî bê bilindkirin”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

“Em di salvegera 37’an a Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxa 1984’an a dîrokî de ne. Em; gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê 37 sal in li dijî siyaet û zîhniyeta qirker, mêtinger û faşîst bi rengekî bênavber şerê azadiyê dimeşînin. Di nava 37 salên dawî de her tiştên bi navê azadî û hebûna Kurdan me li ser bingeha vê Berxwedana Lehengî ya Neteweyî bi dest xistine. Ev têkoşîna pîroz, ku bi pêşengiya Rêber Apo û bi dayina bi deh hezaran şehîdî me meşandin, îro bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Hêviya azadiyê ya mirovahiyê timî zindî dihêle û wêrekî û hişmendiya azadiyê dide her kesî.

Li ser vê bingehê em Meşa Lehengiyê ya 15’ê Tebaxê ya dîrokî silav dikin ku 37 sal in bi pêşengiya partiya me ji bo azadî û demokrasiyê bênavber dewam dike. Cejna Gerîla û Vejîna Neteweyî ya 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, hevrêyan hemûyan, li hêzên me yên gerîla yên leheng, gelê me yê welatparêz, jin û ciwanan, li dostên şoreşger û demokrat hemûyan pîroz dikin. Di şexsê hevrê Egîd û Zîlan de ku fermandarên nemir ên pêngava mezin a dîrokî ne, her wiha di şexsê şehîdên me yên 15’ê Tebaxê yên mezin Zekî Şengalî, Atakan Mahîr û Egîd Garzan de şehîdên leheng hemûyan bi rêz, hezkirin û minetê bi bîr tînin. Li ser bingeha dilsoziya bilind a bi bîranîna şehîdên xwe re em dibêjin ku di sala 38’an a têkoşînê de em ê hîn bi xurtî şer bikin û bi mezinî bi ser bikevin.

Weke ku tê zanîn, Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ku li dijî rejîma faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê hate kirin, 15’ê Tebaxa 1984’an li Dihê û Şemzînanê bi çalkaiyên gerîla dest pê kir. Çirûska azadiyê ya ku beriya 37 salan li Dihê û Şemzînanê pê ket, 37 salan li gel zehmetî û astengiyan mezin bû û veguherî arekî azadiyê ku bandoreke xurt li Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Ev agirê demokrasî û azadiyê ku di Xeta Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo de şênber bûye, herêmê û cîhanê ronahî dike, dibe hêviya jiyana azad ji bo mirovahiyê. Di nava atmosfereke tarî ya nîv sedsalî de ya ku kesî nekarî bi ser bixîne, hişmendiya Apoyî bi ser xistiye.

Em baş zanin, di nava 37 salên dawî de her tiştên bi navê azadiyê û hebûna Kurd li Kurdistanê hatine afirandin, li ser bingeha Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê hatine bidestxistin. Vê pêngava lehengiyê Berxwedana Zindanê ya Mezin a 1982’an a dîrokî gihand çiya û gerîla. Ne ji vê pêngavê bûya îro wê bi navê Kurd û Kurdistanê tiştekî berbiçav nebûya. Zext û zilma faşîst, dagirkerî û qirkerî, pasîfîzîm û teslîmiyet, nokerî û xiyanet wê li her derê bûya. Xaka Kurdistanê wê bi her awayî bibûya qada rizandinê, nokerî û paşverûtiyê, serweriya mêr û koletiya jinê. Pêngava Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê ku weke çirûskeke azadiyê pê ket û têkoşîna lehengî ya 37 salan a li ser vê bingehê, ev hemû guherand.

Kurdistan bi Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê şewq da. Kurdan her tiştên bi navê azadiyê li ser bingeha Pêngava 15’ê Tebaxê bi dest xistin. Ruh, hişmendî, îrade, wêrekî, fedakarî, rêxistinî û çalakiya azadiyê li ser vê bingehê afirîn. Rastiya Rêbertî û Şehîdan ku destketiya herî mezin e, partîbûn û gerîla bûn li ser vê bingehê çêbûn. Gelê me û xaka Kurdistanê li ser bingeha xweparastin û tolhildana ji dijmin bû xwedî hêza xweparastinê. Şoreşa Azadiyê ya Jinê ku çalakiya herî mezin a azadiyê ya dîrokê ye, li ser vê bingehê derkete holê. Berxwedana gel û netewetiya demokratîk ku bi pêşengiya jin û ciwanan pêk hat, veguherîn qadeke navendî ku bûn çavkanî ji her kesî re. Şaşitî hemû li ser vê bingehê hatin sererastikrin, Kurd bi pêşengiya Rêber Apo weke gelekî azad li cîhanê ji nû ve çêbûn; bû xwedî hişmendiyeke rastiyê, gihîştin wê astê ku Şoreşa Heqîqetê bimeşînin.

Bêguman Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê ji bo Kurdan bû tevgereke ronakbîrî û azadiyê. Di heman demê de ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn jî tevgereke ronakbîrî û demokratîkbûnê bû. Têkoşîna dîrokî ya 37 salan a ku li ser bingeha Pêngava 15’ê Tebaxê pêk hat, rûyê Tirkiye û Rojhilata Navîn guherand. Maskeya derew, fen û fûtan anî xwarê û li ser bingeha azadiya Kurdan rastiya Rojhilata Navîn û mirovahiyê afirand. Derb li zîhniyeta Tirk a faşîst a belavker û dagirker xist, mirov û gelên Rojhilata Navîn anî ser hişê xwe. Li ser xeta neteweya demokratîk rêya jiyana azad a bi hev re ya gelan û cihêrengiyan vekir. Eşkere ye ku hêviya jiyana azad û demokratîk a li Tirkiye û Rojhilata Navîn îro li ser vê bingehê zindî ye û paşeroj wê li ser vê bingehê bê afirandin.

Ev hemû bûyer îro jî bi berfirehî diqewime. Hêzên me yên gerîla yên leheng di serî de li Metîna, Zap û Avaşînê li Herêmên Parastinê yên Medyayê hemûyan, li çiyayên Kurdistan û Tirkiyeyê, li bajaran bi ruhê Dihê û Şemzînanê, bi ruhê serketinê û Pêngava 15’ê Tebaxê têdikoşin, derbên kuştinê li faşîzma AKP-MHP’ê dixin. Her ku gerîla lê dide, gelê me û hêzên demokratîk bêhtir radibin ser piyan, pêngaveke azadiyê ya mezin a ku faşîzma AKP-MHP’ê hildiweşîne li çar aliyên cîhanê rû dide. Her ku gerîla lê dide maskeyên şerê taybet ên AKP-MHP’ê tên xwarê, derew, fen û fûtên wan yek bi yek eşkere dibin. Faşîzma AKP-MHP’ê diweşe û ber bi hilweşînê ve digindire.

Ji ber vê yekê faşîzma AKP-MHP’ê dîn û har bûye, serî li derew û rêbazên nû yên zextê dide. Kurdistan û Tirkiyeyê talan û wêran dike, bi her awayî rê û rêbazên ne exlaqî komkujiyên nijadperestiyê û lînçê dike. Di vê astê de êrişên herî nemerdane dike. Bi tepisandina jin, ciwan, gel, siyaseta demokratîk hewl dide temenê xwe dirêj bike. Eşkere ye ku ev yek ne ji ber xurtbûna wê ye, lê ji ber hilweşîn û têkçûna wê ye. Ji bo pêşî li hilweşîna xwe ya kûr bigire van hemûyan dike. Wê demê divê ev firsend ji faşîzma AKP-MHP’ê re neyê dayin. Mîna berfê stuyê xwe li ber kêrê divê mirov nêzî êrişkariya faşîst nebe. Divê bi hişmendî û rêxistinî têkoşîneke antîfaşîst li her qadê bê pêşvebirin, bigihêje asteke ku hesab ji kujerên faşîst bê pirsîn.

Diyar e ku bi pêşengiya partiya me têkoşîna azadiyê ya dîrokî ya gelê me û gerîlayên me yên leheng di sala 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de wê li ser xeta Rêbertî û Şehîdan dewam bike. Li ser bingeha amadekariyên ku me kirine, sala 38’an a Pêngavê wê bibe saleke ku şerekî xurt bê meşandin serketineke mezin bê bidestxistin. Tevgera me û gelê me li ser bingeha stratejiya şerê gel ê şoreşgerî, hêz û enerjiya xwe bi temamî ji bo şerê şoreşgerî yê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê seferber bike û li ser vê bingehê jî pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ bi ser bixîne ku armanca xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Li ser vê bingehê wê sîstema neteweyî-demokratîk biafirîne, Tirkiye û Rojhilata Navîn teqez demokratîk bike. Lewma nepêkane ku êdî gelê Kurd ji têkoşîn û pêşketinê bê vegirtin. Sala 38’an a Pêngavê wê vê rastiyê careke din ispat bike. Li ser vê bingehê em Cejna Gerîla û Vejîna Neteweyî ya 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, hevrêyên partiyê, gelê me û dostên me careke din pîroz dikin û bang li jin û ciwanan, bang li her kesî dikin ku li her cihî pîrozbahiyên bi bandor û bi coş li dar bixin, di Xeta Serketinê û Pêngava 15’ê Tebaxê de xwe nû bikin. Em bang gelê me yê welatparêz û dostên xwe yên şoreşger-demokratîk dikin ku li her qadê têkoşîna demokrasî û azadiyê xurtir bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – HPG’ê Dimenên çalakiyeke nû parvekir – Ev der Heftanîne!

Nivîsa Pêş

Greva Birçîbûnê ya li Lavrîoyê didome

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Greva Birçîbûnê ya li Lavrîoyê didome

Greva Birçîbûnê ya li Lavrîoyê didome

Ji PênÛsa Gerîla – Sorxwîn Her Di Bîra Me De Ye

Gerîlayên Kurdistanê li Zapê lê da

Manşet

  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.