Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

PDK li pey çi ye?

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
12/08/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
PDK li pey çi ye?
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN
Felemez Ulug Nivîsand

23’ê nîsanê dewleta tirk a dagirker li dijî qadên gerîla û başûrê Kurdistanê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir. Ji wê rojê heya niha artêşa tirk tevî hemû teknîk û teknolojiya xwe ya leşkerî jî li herêmê asta ku dixwest nikarî pêş ve biçe.

Gerîlayên Kurdistanê bi taktîk û têgeha gerîlayên serdemê ve derbeyên mezin li artêşa dagirker dixe. Artêşa tirk a li hemberî gerîlayên Kurdistanê bê çare mayî hewl dide bi alîkariya hevkarên xwe yê herêmî encamê bi dest bixe.

Bûyer û pêşveçûnên li herêmê diqewimin diyar dike ku PDK di vê hevkariyê de xwedî rolekî sereke ye. Rastiyek heye ku dijminên gelê kurd bêyî ku tu ferq û cûdahiyê têxin nav hêzên kurdistanî êrîşî hemû destkeftiyên civaka kurd dikin. Lewma ev êrîşên ji 100 rojî zêdetirin dewam dikin jî di vê çarçoveyê de tên meşandin.

Divê em bizanibin ku li başûrê Kurdistanê di encama ked û bedeldayîna bi hezaran ciwanên kurd hin destkeftiyên hêja hatin bidest xistin. Ev destkefiyên ku hemû gelê kurd pê serbilind bin bi van êrîşan tên hedefgirtin. Lê di halê heyî de PDK ji bo berjewendiyên xwe yê hizbî û desthilatdarî bi hevkariya ku dike van destkeftiyan dixe bin xeteriyê.

Bi taybet ji bo dewleta tirk li herêma Avaşîn, Metîna û Zapê di şerê dargirkeriyê de encam bigire di nav hewldanan de ye. PDK di 5’ê hezîranê de hêzên xwe sewqî herêmên di bin kontrola gerîla de kir. Bi vê sewqiyatê ve hewl da liv û tevgera gerîla li herêmê sînordar bike. Li gel vê hêzên xwe li deverên stratejîk bicih kir. Li van nokteyan endamên MÎT’a tirk jî hatin bicih kirin. Bi vî awayî tê armanckirin ku der barê gerîlayan de agahî bê komkirin û ger firset bê dîtin ji hewayî yan jî bejayî êrîş bikin. Êrîşên li herêmê pêşdikevin encama vê îstîxbarata hevbeş in.

Bêgûman di vê pêvajoya ku berxwedana destanî ya li Zap, Avaşîn û Metînayê dewam dike, derket holê ku lewazbûna gerîla ve gelê kurd jî wê bêparastin bimîne. Jixwe yek ji armanca van êrîşan jî ev e. Di kesayeta gerîlayan de hêviya gel a azadiyê dixwazin têk bibin.

Gerîlayên Kurdistanê bi taktîk û hişmendiya serdama nû li dijî dargirkeran berxwedanek bêhempa raber dikin. Darbeyên giran li wan didin û nahêlin xwe li herêmê bicih bikin. Lê bi alîkariya hevkariyên xwe yên bi nasnameya kurd tevdigerin dixwazin vê berxwedana gerîla lewaz bikin. Tevî hemû hewldanên kirêt jî gerîlayên Kurdistanê ji bo di navbera hêzên kurd de bûyerên nexweş neqewimin her tim bi baldarî tevgeriya.

Di vê pêvajoyê de raya giştî ya kurd jî pêşveçûnên li herêmê diqewimin ji nêz ve şopand û ji bo di navbera aliyên kurd de pevçûn çênebin, li dijî dagirkeriyê banga yekitiyê dikirin. Cara yekem di vê astê de li dijî êrîşên dagirkeriyê bi hişmendiya ruhê yekitiya kurd bertekên bi vî rengî pêşkevin. Vê jî bi her awayî hêz da gerîlayên doza mafdar dimeşînin.

Lê tevî hemû van hewldanan jî PDK’ê di hevkariyê de israr kir. Ragihandina PDK di 26’ê tîrmehê de nûçeyên li herêma Xelîfan yekineyek gerîla ketiye kemîna hêzên PDK servîs kirin. Vê daxuyaniya PDK’ê bi her awayî dilê hêzên dagirke xweş kir. Bûyera li devera gundê Bêxme ya girêdayî navçeya Xelîfan hatî jiyîn asta hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk bi awayekî aşkera raxist ber çavan.

Tevî daxuyanî hatibû dayîn jî têkildarî bûyerê agahiyên ne zelal hebûn. Li ser vê HPG, KCK û saziyên kurd bang li PDK’ê kirin ku li ser bûyerê daxuyaniyek pêbawer bide. PDK’a ku roja bûyer qewimî bi keyfxweşiya serkeftinek mezin bi dest xistî daxuyanî da niha bêdeng ma. Hîn jî bêdeng e.

Têkildarî bûyera li Xêlifanê agahiyên pêbawer nînin. Bi rastî li herêmê çi qewimî ne zelal e. Çavkaniyên herêmî yên ji bûyerê re şahîdî kirine dibêjin; “şehîd û birîndar hene.” Lê di rastiyê rewş wisa ye? Ne diyar e.

Bêyî ku dereng bikeve divê li ser îdiayên heyî aliyên peywendîdar daxuyaniyekê bidin. Gelê kurd li benda PDK’ê ye ku têkildarî aqubeta yekîneya gerîla ya di bin fermandariya Serwer Serhat daxuyaniyekê bide.

Divê em baş bizanibin ku dewleta tirk bi hemû derfetên xwe ji bo di navbera hêzên de nakokiyan derbixe û wan bi hev bide şerkirin li pêy lîstikan e. Em ji bîr nekin ku di osmaniyan de lîstik tu caran naqedin. Lewma divê di serî de PDK hemû aliyên kurd li hemberî lîstikên tên lîstin hişyar bin. Ger di vê demê de bûyerên nexweş di nav hêzên kurd de biqewimin wê ne bi partiyek ango aliyêkî, bi hemû gelê kurd mezin bide winda kirin.

WELAT

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji pênûsa şehîd Nergîz Cîzre

Nivîsa Pêş

Di pêşengtiya Jinên Ciwan de li Mexmûrê pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Di pêşengtiya Jinên Ciwan de li Mexmûrê pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê

Di pêşengtiya Jinên Ciwan de li Mexmûrê pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê

Ciwanên Efrînê dest bi pîrozbahiyên 15 Tebaxê kirin

Ciwanên Efrînê dest bi pîrozbahiyên 15 Tebaxê kirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.