QAMİŞLO – Li Qamişlo jinên ciwan ji bo protestokirina tecrîda li ser Serokatî meşek li darxistin.
Meşê ji kolana Mûnîr Habîb destpêkir û heya qada Konê Çalakiyê ya li taxa Siyahî berdewam kir.
Bi sedan jinên ciwan tevlî meşê bûn û dîsa helwestê xwe di wê meşê de siloganan ve zelal kirin. Meşê de bi sloganên ‘Bê Serok jiyan nabê’ û ‘Bijî serok Apo’ avêtin. Di nav axaftine xwe de jî rêveberiya jinên ciwan Medya diyar kir ku: “Ew wek jinên Ciwan heta ku tecrîda li ser Rêbertiya wan berdewam bike ewên dev ji qadan û çalakiyan bernedin”
Jinên Ciwan konên ku li dijî tecrîdê hatîbû vekirin îro nobet dewr girtin. Şêniyên herêmê eleqeyeke mezin nîşanê meşê dan.


