ŞENGAL – Bi hezaran kes li Şengalê li dijî planên tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Êzîdiyan meşiyan û ev peyam dan hêzên di peymanê de cih girtine; “Timî rêbaza me diyalog bûye û niha jî em li ser heman rêbazên e. Lê eger hun dîsa guh nedin me û bixwazin bi zorê ferz bikin, hunê gelê Şengalê li hember xwe bibînin. Ji her rewşeke neyînî ya rû bide jî em Kazimî berpirsyar dizanin.”
Îro bi hezaran kes li Şengalê li dijî planên tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên Parastina Şengalê meşiyan. Meşa ku li ber avahiya Laleş a navenda Şengalê destpê kir heya Yermûkê dewam kir. Bi navê meşvanên Êzîdî kesayetê naskirî yê Şengalê Şêx Semîr Derwêş daxuyaniya bi zimanê Erebî hatibû amadekirin xwend.
‘Em peymana 9’ê Cotmehê qebûl nakin’
Di serî daxuyaniya ku kesayetê Êzîdî Şêx Semîr Derwêş xwend de hate gotin, ew weke şênî û pêkhateyên Şengalê peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a di navbera Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî û PDK’ê de hatiye îmzekirin red dikin û ev peyam hate dayîn; “Wekî şênî û pêkhateyên Şengalê careke din em bi vê xwepêşandanê helwesta xwe li hemberî peymana 9`ê Cotmeha 2020`an a di navbera hikumeta Kazimî û PDK`ê de hatibû îmzekirin, eşkere dikin. Em bi tu awayî vê peymanê qebûl nakin.”
‘Berpirsê fermanê hunin’
Şêx Semîr di daxuyaniyê de careke din berpirsên fermana 73’an a 3’yê Tebaxa 2014’an hate bibîr xist û ev tişt got; “Em careke din bi bîr dixin ku yê Şengal bi qirkirin û êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên terorîst re ên 3`ê Tebaxa 2014`an re rû bi rû hiştin, dû rûtiya siyaseta Bexda û Hewlêrê ya li hemberî Şengalê ye. Madeya (140) yek ji wan sedemane ku em rûberûyê çeteyên DAIŞ’ê werin û gel bê parastin bimîne, Şengal radestê DAIŞ’ê hate kirin. Ji ber paşguhkirin, xemsariya we ya li hemberî Şengalê xelkê me hatin qetilkirin, serê wan hate jêkirin, jin hatin revandin, koçber bûn.
‘Gelê Şengalê planên qirkirinê vala derxist’
Di dewama daxuyaniyê de Şêx Semîr diyar, eger niha Êzîdî ji qirkirinê rizgar bibin, di encama berxwedan û israra gel de bûye û wiha dirêjî bi daxuyaniyê da; “Yên ku planên çeteyên DAIŞ`ê ya ji bo qirkirna Êzîidyan bi temamî vala derxist, berxwedan û israra xelkê Şengalê bû. Di encama hewldanên me de Şengal hîn jî weke parçeyeke Iraqê maye. Lê tevî vê yekê jî bi hezaran jin û zarok hatin revandin, li bazaran hatin firotin, xelk hatin koçber kirin, zarokên me li ser fikrên tundrew hatin perwerdekirin, bi hezaran kes hatin qetilkirin û gelek perestgeh û cihên me yên pîroz hatin teqandin. Lê bi sedan keç û xortên me ji bo parastina Şengalê xwe fedakirin.”
‘Hun dixwazin rêveberiya berê vegerînin, em vê yekê qebûl nakin’
Di daxuyaniya gelê Şengalê de siyaseta Hewlêr û Bexdayê ya li beramber Êzîdiyan tê bibîrxistin û ev rexne tê kirin; “Hemû tiştên ku hatin serê me di encama xemsariya hikûmetên Bexda û Hewlêrê de çêbûn. Beriya fermanê şêniyên Şengalê beşdarê rêveberiyê û hêzên ewlekariyê ne hatin kirin. Rêveberî li gorî berjewendiyên partiyan û şexsan hatibû avakirin. Wisa xuya dike niha jî hun dixwazin, bi heman şêweyê wê rêvebeirya berê ya siyasî dûbare bikin. Nîşaneya vê jî peymana ku we bêyî girtina nêrîna gelê Şengalê îmze kiriye ye.”
Her wiha Şêx Semîr Derwêş di dewama daxuyaniyê de dibêje; “Hûn bi vê peymanê dixwazin jehrê bidin me. Em baş dizanin ku ev peyman dê xizmetê ji yekîtiya Iraqê û berjewendiya gelên Iraqê re neke, berovajî dê serweriya hêzên herêmî û ajandeyên derve li Iraqê xurttir bike. Her wiha evê bikeve bin xizmeta berjewendiyên şexsî û PDK, Tirkiye, bermahî û hevalbendên DAIŞ’ê.”
‘Ev peyman peymana xiyanetê ye’
Şêx Semîr Derwêş yê bi navê gelê Şengalê daxuyanî xwend diyar kir wan heya niha timî zimanê diyalogê esas girtiye û vê peyamê da hikûmeta Iraqê ya Kazimî; “Tevî ku hûn guh nadin denge gelên Şengalê û li gel ku siyaseta ku hun dişopînin şaş e jî, me heya niha timî rêbaza diyalogê hilbijartiye. Me ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan proje pêşkêş kirin, we guh dida, lê di pratîk de ti gav ne diavêt. Piştre jî hun li gorî berjewendiyên xwe û hevkarên xwe tevgeriyan. Ji bo parastina Êzîdiyan û pêkhateyên din ên Şengalê, we tenê gavek jî rast neavêt, we ti garantî ne da me.”
Şêx Semîr Derwêş dazanîn ew weke gelê Şengalê vê peymana Bexda-Hewlêrê weke peymana xiyanetê bi nav dikin.
Kesayetê naskirî yê Êzîdî Şêx Semîr careke din daxwazên gelê Şengalê rêz kir û got; “Çareseriyên ku me pêşkêş kirine, ji bo mayîndekirina aramî û îstiqrarêye. Ji bo vegera koçberane, peydakirina kesên hatine revandinin. Em dixwazin hun rêz li îrade, nêrîna gel û fedekariyên ku kirine, bigrin. Parastina Şengalê ji bo parastina yekîitya Iraqê û serweriya wê girînge. Ev dê bihêle hemû pêkhate û neteweyên din ên Iraqê bihevre bijîn”
Banga li Kazimî
Şêx Cemîl bi navê meşvanan banga, “Bi dengekî ji yê berê bilindtir, em bang li hikumeta Kazimî dikin û dibêjin, ku gefên we dê nehêlin em dest ji mafên xwe berdin û gav bi paşve biavêjin. Ger hûn bixwazin vê peymanê bi zorê li ser me ferz bikin, hunê Şenglaê li hember xwe bibînin.”
‘Sebra me nemaye’
Şêx Cemîl diyar kir êdî sebra Êzîdiyan li beramber van tehdît û dorpêçan nemaye û ji kazimî xwest ku bi berpirsyarane tevbigere; “Heke rewş bi vî rengî dewam bike, pirsgirêka ku derkeve hûnê berpirsiyar bin.”
Kesayetê Êzîdî Şêx Semîr bi navê hemû meşvanên Şengalê careke din banga hestiyariyê û berpirsyariyê li hêzên Şîe yên li Iraqê, hêzên Kurdistanê û saziyên navnetewî kir û daxuyaniyê wiha bi dawî kir; “Di dawiyê de em bang li hemû pêkhateyên Şengalê dikin ku li hemberî vê peymanê xwedî helwest bin. Em bang li lêvegera Şîe, alî û hêzên Iraqê yên resen, aliyên kurdistanî yên azad, hemû rêxistin û saziyên civaka sivîl û aliyên navneteweyî yên peywendîdar dikin ku li beramber doza Şengalê xwedî biryar û helwestên çarenûssaz bin.”
Çavkanî: Rojnews



