NAVENDA NÛÇEYAN –
Di nava dîroka PKK û Kurdistanê de gelek rojên girîng û bi wate hene. Herî zêde jî di meha Adarê de, meha Adarê ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û tevahî gelên bindest meha serkeftin û çalakiyê ye, ji ber ku gelek bûyerên bi wate di vê mehê de çêbûne, yek ji van jî Newroze, Newroz ne tenê roja nû ye, hîn zêdetir di wateya jiyana nû û bihara nû de ye. Ji ber ku wateya Newrozê ya kurt Azadî ye. Di nava PKK’ê de jî Hefteya Qehremaniyê bi newrozê destpêdike û bi şahadeta Egîd ( Mehsûm korkmaz ) bi dawî dibe, ji bo gerîlayên kurdistanê girîngiya vê rojê pir cuda ye. Mezlûm Doxan yek ji kadroyên pêşeng yê Tevgera Azadiyê ye, di dîroka 21’ê Adara 1982’an de, li zîndana Amedê bi du xwe sê darikên kirbîtê dihêle û çalakiya xwe pêk tîne. Sedema pêkanîna çalakiyê ne qebûl kirina xeta îxanetê bû, ji ber wê jî ev xeta ku niha em tê de dimeşin xeta fedakarî û qehremaniyê ye. Di nava dîroka Partiyê gelek kesayetên ku mohra xwe li dîrokê dane hene, ji ber ku di dîroka gelê kurd de her destirêjî li ser gelê kurd hatiye kirin lê di eynî demê de hertim berxwedanî li hemberê hatiye meşandin, ev bexwedanî jî bi saya kesayetên pêşeng, kesayetên ku tu carî koletiyê ji xwe re qebûl nakin ve ev pêşengtî tê kirin. Mîna fermandarê mezin yê gelê kurd Egîd (Mehsûm korkmaz). Heval Egîd di sala 1956’an de li navçeya Sîlwan ya girêdayî Amedê ji dayîk bûye, demê ku hîn zarok bû, malbata wan koçberî Batmanê dibin û li wir bi cih dibin. Heval Egîd bi riya Mezlûm Doxan Partiyê nasdike û bi riya ev bandorbûna xwe ya ji Mezlûm Doxan dîrek tevlî gruba yekemîn ya Partiyê dibe. Di sala 1980’an de derbasî qadên eskerî yên Filistînê dibe û li vir perwerdeya leşkerî ya 8 mehan dibîne, pişt re derbasî çiyayên Kurdistanê dibe, êdî rola xwe dilîze û ji bo PKK’ê û gelê Kurd ve pêşengtiyeke xurt dike. Heval Egîd yek ji kesên ku xwe berpirsyarê rizgariya gelê Kurd dîtiye , ji ber wê fîşeka yekemîn li beramberî dijmin teqand, mirov dikare bêje ku heval Egîd bi va zanabûna xwe xwedî li mirovahiyê derket. Heval Egîd sembola şerê azadiyê ye, ji ber ku beriya Partiyê û beriya heval Egîd tu kesî cesaret nedikir ku fîşekan li beramber dijmin biteqîne, heval Egîd bi fedekariya xwe cesaret di hemû gelê Kurd de avakir, îro jî gelê kurd bi va bîr û bewariya ku heval Egîd avakiriye de li berxwe didin û têkoşîna hebûna xwe didin meşandin, fermandar Egîd ev bawariya ne tenê di nav Kurdan de avakir, bi qasî wê jî di nava Partî de pêşxist. Heval Egîd xwe di felsefeya Rêber Apo de kûr kiribû û bi va sekna xwe fikir û felsefeya Rêber Apo belav kir, û xwedî li keda Rêbertî û nirxên vê şoreşê û vê welatî ve derket.
HELBEST
Ji ber biryara te ya ku
Ji bo evîn û jiyana bi rûmet te daye
Îro bi hezaran însan
çongên xwe ditewînin
Tu bi dilxwazî ji mala xwe derket
Û te berê xwe da azadiyê
Ji bo ku tu wan birînên xwe derman bikî
Dermanê te azadî û serxwabûna kurdistanê ye
Te bi fîşeka xwe ya yekemîn
Kurd rakirin serhildana
Te bi dengê fîşeka xwe
Dijmin xiste dîwara
Meşa ku tu dimeşî
Meşa serfiraziyê bû
Silavên te tijî evîn bû
EY FERMANDARÊ KURDİSTANÊ
Hogir Amed



