MARSÎLYA – Ji bo şermezarkirina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî were xwestin ji aliyê TCŞ û TekoJIN ve hat protesto kirin.
Ciwanan diyar kir ku ew xwdiyê gotina Rêberê Gelan Ya ku “Em tecrîdê qebûl nakin” derdikevin û tu carê hevdîtina telefonê qebûl nakin. Dewlet dixwaze ji vê ve gelê Kurd fêrî tecrîdê bike.
Ciwanan ku diyar kirin ku heya azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ew ê li qadan bin, ciwana di heman demê de serdegirtina hikûmeta Fransa ya li ser mal û warên welatparêzên Kurd protesto kirin.
Ciwanan timûtim dirûşmên ‘Bîji Serok APO’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Faşîst Erdogan’ diavêtin. Dema ku dirûşmên “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” digotin, di heman demê wan pankarta ku hevkariya hukûmetên Erdogan û Macron di siyaseta dij-Kurd de protesto dike jî vekirin.


