Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 3 Gerîlayên li Dersimê şehîd bûn eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Dersimê şehîd bûn eşkere kir û diyar kir, "Berxwedana hevrêyên me Savaş, Argeş û Şiyar bi rengekî eşkere û vekirî nîşan dan ku îradeya mirovan li hemberî teknîkê ti carî têk naçe."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
20/07/2020 - 10:25
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 3 Gerîlayên li Dersimê şehîd bûn eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Di daxuyaniya xwe ya 4’ê Tîrmehê de me ragihandibûn ku 24’ê Hezîranê li qada Neynikan a navçeya Pulur a Dersimê di navbera artêşa TC a dagirker û hêzên me şer qewimiye û di encamê de 3 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Savaş Firat

Nav paşnav: Yahya Atmaca

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Şerefnaz-Enver

Dem û cihê şehadetê: 24’ê Hezîrana 2020’an / Dersim

Nasnav: Argeş Avaşîn

Nav paşnav: Osman Îşleyen

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Guleser-Maşallah

Dem û cihê şehadetê: 24’ê Hezîrana 2020’an / Dersim

Nasnav: Şiyar Agirî

Nav paşnav: Metîn Cîlo

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Dayik-Bav: Cevahîr-Ahmet

Dem û cihê şehadetê: 24’ê Hezîrana 2020’an / Dersim

Dewleta TC a faşîst konsepta xwe ya êrişa qirkirinê, ji bo tunekirina rastiya Kurd û Kurdistana azad bi hemû derfetên xwe seferber kiriye. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li ber ronahiya felsefeya Rêber Apo dimeşin, li hemberî van êrişkariya faşîst ji bo hebûn û nirxên gelê me biparêzin bêrawestan têdikoşin.

Dewleta TC a qirker di dîroka xwe ya bi xwîn de her tim li dijî gelê Kurd polîtîkayên qirkirinê meşandiye. Dewleta TC a faşîst ku bi hezaran mirovên me qetil kiriye û dixwaze asîmîle bike, hesabên wê bi derketina tevgera tolhildanê ya gelê Kurd PKK’ê hatine têkbirin. Gerîlayên Kurdistanê ku îro navên Seyît Riza, Alîşer û Zarîfeyan di asta herî bilind de temsîl dikin, li xaka pîroz a Dersimê têkoşîna azadiyê didomînin. Xeta fedayî ku bi Şehîd Zîlan re li Dersimê gihîşt asta herî bilind, ji Şehîd Atakan Mahîran heta Çîçek Botanan û hevrêyên wan, bi berxwedanê dewam kiriye. Gerîlayên Kurdistanê ku îro jî li ser şopa heman xeta fedayî ne, bênavber têokşîna xwe didomînin.

Ciwanên Kurd êrişên li dijî hebûna gelê me dibînin û pêl bi pêl diherikin nava refên gerîla û ala têkoşînê bilind dikin. PKK tevgereke ku bi şehîdên xwe mezin dibe û bi pêş dikeve. Her milîtanekî Apoyî yê dikeve hembêza axê, bi dehan ji wan dikevin şûna wan. Partiya me û hevrêyên me ku bi hêza ji şehîdan werdigirin bi pêş dikevin, wê têkoşîna xwe bilind bikin ku ev yek yekane rêya serketinê ye.

CIHÊ XWE YÊ BI RÛMET DI NAVA ŞEHÎDÊN ME YÊN AZADIYÊ DE GIRTIN

Fermandar Savşa û hevrêyên me Argeş û Şiyar ku milîtanên bijartî yên têkoşîna me ya azadiyê bûn, bûn nûnerê xeta milîtaniya Apoyî. Li dijî mêtingeriya dewleta TC heta fîşeka dawî şer kirin û cihê xwe yê bi rûmet di nava şehîdên me yên nemir de girtin.

Hevalê Savaş bi têkoşîna xwe ya ji zêdeyî 10 salan, bû şervanekî rastiyê ku bi felsefeya Rêber Apo meşiya. Li ser bingeha felsefeya azadiyê ya Rêber Apo tevlî nava refên têkoşînê bû û ji bo di her karî de bi ser bikeve bi rengekî fedakarî tevlî bû. Hevrê Savaş ku ji sala 2009’an dema tevlîbûnê û vir ve li Dersimê li refên herî pêş têkoşiya, her tim bi rêbazeke şoreşgerî li ber zor û zehmetiyên pratîkê rabû. Hevalê Savaş ku yekî çalak, bi moral bû, bi danheviya xwe ya îdeolojîk-polîtîk hêz da jiyanê û kar. Hevrêyê me Savaş li her qada ku lê kar kir, bi ked û hewldana xwe bû hevrêyek ku jê dihate hezkirin û cihê hurmetê bû.

Hevrêyên me Argeş û Şiyar ku polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên dewleta TC a dagirker ên li dijî gelê Kurd ji nêz ve dîtin, ji bo azadiya gelê Kurd li refên herî pêş têkoşiyan. Hevrêyên me ku li xaka pîroz a Dersimê dest bi gerîlatiyê kirin, di berxwedana dijî dijmin de bi ruhê fedayî têkoşiyan û bûn lehengên pêşeng ên Dersimê.

D dema operasyona dewleta TC a mêtinger de ku tevî bi hezaran leşkerî û teknîkeke xurt dimeşand, hevrêyên me li dijî mêtingeran berxwedaneke mezin nîşan dan û demeke dirêj li dijî dijmin şer kirin. Berxwedana hevrêyên me Savaş, Argeş û Şiyar bi rengekî eşkere û vekirî nîşan dan ku îradeya mirovan li hemberî teknîkê ti carî têk naçe. Hevrêyên me heta kêliya dawî li ber xwe dan û piştî ku derbên giran li hêzên dewleta TC a mêtinger û faşîst xistin şehîd bûn.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê mîrateya wan a têkoşînê bi ser bixînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET – Hewrê Melîk: ‘Bi pêngava Seferberiya Heftanînê em ê Axa xwe biparêzin’

Nivîsa Pêş

Salvegera Şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coş hate pîrozkirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Salvegera Şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coş hate pîrozkirin

Salvegera Şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coş hate pîrozkirin

LEZGÎN – YPS-JIN’ê li 3 bajaran çalakî li dar xist: Em ê hesabê tecawizê bipirsin

LEZGÎN - YPS-JIN’ê li 3 bajaran çalakî li dar xist: Em ê hesabê tecawizê bipirsin

Manşet

  • Xwendekarên Peymangeha Bijîşkî ya Kobanê destek didin dermankirina birîndaran
  • Gelê Kurd Bi Rihê Serhildanê Li Kolanan e
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.