Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

LEZGÎN – Ji Heftanînê heta Serhedê gerîla lê da: 23 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê ji Heftanînê heta Serhedê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 23 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/05/2020 - 15:19
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Nûçe Lezgîn
Reading Time: 6 mins read
A A
TAYBET – Hêzên Gerîla di Tîrmehê de derbên giran li dijmin da: 137 leşkerên dagirker hatin kuştin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN –

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

HEFTANÎN

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li qada Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, hêzên me 5’ê Gulanê saet di 12:30’î de li dijî artêşa TC a dagirker ku li ser Girê Partîzan bûn çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de derbên giran li kozik û stargehên dijmin hate xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

5’ê Gulanê artêşa TC a dagirker bombe li qada Şehîd Kendal a qada Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

6’ê Gulanê balafirên şer gombe li Girê Qesrokê yê qada Heftanînê barandin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.

COLEMÊRG

6’ê Gulanê saet di 11:00 de hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li Girê Merganiş a navçeya Çelê ya Colemêrgê li artêşa TC a dagirker xistin. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li çeper û stargehên dijmin ên li ser gir hate xistin, çeperek hate îmhakirin û 2 leşker hatin kuştin.

ŞIRNEX

2’ê Gulanê artêşa TC a dagirker li qadên Deriyê xendekê, Deriyê Hirçê, Kasaphane yên herêma Çiyayê Cûdî ya li Şirnexê dest bi operasyonê kir. Operasyon 5’ê Gulanê bêencam bi dawî bû.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Di vê çarçoveyê de;

5’ê Gulanê saet di 14:40’î de hêzên me li dijî qereqoleke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirin ku di navbera qadên Dader û Siwaro yên herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê de ye. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li çeper û stargehên li nava qereqolê hatin xistin, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi obus û hawanan bombe li qada Girê Çolya barand.

Heman rojê hêzên me li qada gundê Osyan a herêma Besta ya Şirnexê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girekî çalakiyeke sabotajê kirin. Li dijî yekîneyên peya û wesayiteke bi tîpa Amarok ên berê wan li gir bû çalakî hate kirin. Di encamê de 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Yekîneyeke dijmin piştî vê çalakiyê ji bo destwerdana li herêmê hat, lê ew jî bû hedefa hêzên me. Di vê çalakiya sabotajê de leşkerek hate kuştin. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi serketî vegeriyan baregehên xwe.

AGIRÎ

Artêşa TC a dagirker demeke li navbera navçeya Bazîd a Agiriyê û qada Bajêrganê li ser rêya navneteweyî kemînê datîne. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ev yekîne kontrol kirin û 5’ê Gulanê saet di 20:00 de li vê yekîneya dijmin xist. Di çalakiyê de ku li wesayitên zirxî hate xistin, wesayiteke zirxî ya bi tîpa kîrpî bi temamî îmha bû. Di çalakiyê de 15 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên mirî û birîndar bi ambûlansan ji herêmê rakir. Dagirkeran piştre bi gelek wesayitên zirxî dest bi oeprasyonê kir. Di navbera dagirkeran û hêzên me de şerekî giran qewimî. Di şer de ku heta 6’ê Gulanê dewam kir, hevrêyên me Azad, Pîro û Birîndar ên heta fîşeka dawî şer kirin şehîd bûn.”

Agahiyên nasnameye yên hevalên em yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Azad Tatvan

Nav Paşnav: Nevzat Pirbudak

Cihê Bûyinê: Bilîsê

Navê Dê û Bav: Dılşah – Necmettîn

Dem û Cİhê Şehîdbûnê: 6’ê Gulanê 2020’an / Agirî

***

Nasnav: Birindar Maku

Nav Paşnav: Hüseyin Abberim

Cihê Bûyinê: Maku

Navê Dê û Bav: Mohabat – Ali

Dem û Cİhê Şehîdbûnê: 6’ê Gulanê 2020’an / Agirî

***

Nasnav: Pîro Serhat

Nav Paşnav: Ozer Înce

Cihê Bûyinê: Kars

Navê Dê û Bav: Hanım – Halis

Dem û Cİhê Şehîdbûnê: 6’ê Gulanê 2020’an / Agirî

Hevrêyên me Azad Tatwan li Tetwanê ya Bilîsê jidayik bûye û li nav malbateke welatparêz çêbûye. Hevrê Azad hê dema ciwan têkoşîna azadiyê nas dike, bi hîsên kûr ên welatparêziyê yên Bakurê Kurdistanêre bûye yek û ji bo ku li dijî dagirkeran têbikoşe 2005’an tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrê Azad l igelek qadan dixebite û ji bo ku li dijî TC’ê ya dagirker bi rengekî çalak têbikoşe derbasî Eyaleta Serhedê dibe. Hevrê Azad di qadên şer ên germ de ranewestiyaye, ji qadekê çûye adeke dî, 24 saetan hewcehiyên gerîlatiyê bi cih aniye. Bi helwesta xwe ya kedkar û fedekar bi berpirsyariyeke mezin xwe li berpirsyariya gerîla kiriye xwedî û bi rengekî herî baş bi cih aniye. Her wiha hevrê Azad fermanderekî xwedî raye yê gerîla bûye û li dijî dagirkeran di gelek çalakiyan de cih gritiye, peywira xwe ya pêşengiyê bi rengekî serkeftî bi cih aniye. Heta kêliya ku şehîd bûyî jî hevalê me Azad bêyî ku raweste xebitiye, bûye yek ji wan hevalên me ku di nav xebatên leşkerî de pêşengî kiriye û li dijî dijmin di şer de bi fedayî şer kiriye û tevlî nav karwanê şehîdan bûye.

Hevrê Birîndar û Pîro hê ciwan têkoşînê nas dikin û qirkerirya dijmin a li ser gelê Kurd ji nêz ve dîtine. Hevrê Birîndar û Pîroz ku komkujiyên dijmin ên li ser gelê Kurd qebûl nekirin û dibînin ji bo ku têkoşînê bînin asteke jotir divê berê xwe bidin çiyayan, tevlî nav refên gerîla dibin. Hevrêyên me ku piştî tevlî nav refên gerîla dibin bi bîrewerî û fedekariyeke mezin dixebitin, piştî demeke kurt dibine gerîlayên zîrek. Hevrêyên me yên ku li Eyaleta Serhedê têkoşiyan heta kêliya ku şehîd bûbn bi fedakarî nêz Bûn û li dijî dijmin bi fedaî şer kirine û şehîd bûn.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Yekîneyên Tolhildanê li sê bajaran herî kêm 30 çalakî kirin

Nivîsa Pêş

Însyatîfa Zarokên Agir li Enqere û Stenbolê çalakî kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Însyatîfa Zarokên Agir li Enqere û Stenbolê çalakî kirin

Însyatîfa Zarokên Agir li Enqere û Stenbolê çalakî kirin

Du Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan

Du Endamên Meclisa Ciwanên HDP'ê hatin berdan

Manşet

  • Xwendekarên Peymangeha Bijîşkî ya Kobanê destek didin dermankirina birîndaran
  • Gelê Kurd Bi Rihê Serhildanê Li Kolanan e
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.