Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Her der Rojava her der Berxwedan

"Dewleta tirk û çeteyên wê yên ji DAIŞ û El Nûsrayê berhev kirin, wisa zanîn ku wê zarokên agir ên bi ‘Rojê’ sond xwarîn bişikînin û wisa bi hesanî bikevin Rojava. Nezanîn ku wê serê wan li kevirê gorê bikevin. Tevî hemû hêza xwe û çeteyên xwe nekarîn gavekê biavêjin bi pêş ve. Her çendî êrîşên xwe dijwar kirin jî asta berxwedanê jî ewqasî zêde bûn."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
04/11/2019 - 0:02
di nav Analîz, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Bi hezaran gelê Qamişlo daketin qadan: ‘Her der Rojava, her der berxwedan e’
ParvekeTweet

“Bi êrîşên dewleta tirk a dagirker û qirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re Berxwedana Rûmetê ya li bajarê Serkaniyê û Girê Spî belavî hemû xeta sînorê bakur û rojhilatê Sûriyeyê bû, li seranserî Kurdistan û cîhanê vegeriyaye Berxwedana Rojava.

Ev berxwedan bi rast hatina 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê re û li ser banga KCK’ê ya ku 2’yê Mijdarê bikin Roja Rojava ya Cîhanê re hê bi watetir bû. Ev berxwedana rûmetê li her derê belav bûye û bi cihêrengî didome. Li Rojava aliyek berxwedana şervanan, li aliyê din berxwedana gel di asta herî jor de tê kirin. Her diçe ev berxwedan mezin û xurt dibe. Heta gihaye wê astê ku li tevahî cîhanê hema bêje tu welat nemaye ku çalakî lê neyê kirin û navê kurdan lê nehatibe bihîstin. Ji welatên Cemsera Bakur bigire heta Başûr, Ekvator û Antartîkayê li her cihê kurd lê ne dengê ‘Her der berxwedan her der Rojava’ bilind dibe. Navê kurdan bi berxwedanê û girêdana bi doza xwe li cîhanê hate bihîstin. Ya ku kir ev bibe, lehengên singên xwe kirin mertalên tank û topan şervanên di serî de li Koban û bakur û rojhilatê Sûriyeyê şehîd ketin bûn.

Dewleta tirk û çeteyên wê yên ji DAIŞ û El Nûsrayê berhev kirin, wisa zanîn ku wê zarokên agir ên bi ‘Rojê’ sond xwarîn bişikînin û wisa bi hesanî bikevin Rojava. Nezanîn ku wê serê wan li kevirê gorê bikevin. Tevî hemû hêza xwe û çeteyên xwe nekarîn gavekê biavêjin bi pêş ve. Her çendî êrîşên xwe dijwar kirin jî asta berxwedanê jî ewqasî zêde bûn. Ji gelek deveran ciwanan ref bi ref berê xwe dan berxwedanê. Berxwedan veguherî ne tenê aliyekê.

Li Rojava li gel berxwedana li çeperan, li gelemperiya bajarên Rojava û bakur-rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes daketin qadan û li dijî êrîşê helwest û nerazîbûnê xwe raber kirin û gotin wê rê nedin dagirkeriya tirk. Yên karî hildan çek û beden bi rext girêdan û ketin ser rêya cengê, dîsa gel her roj li dijî dagirkeriyê eniya berxwedanê xurtir kir. Vî dengî wisa kir ku heta yên navên kurdan nebihîstin, xwe gihandin vî alî wî alî ku peyvekê li ser kurdan bibîni û bixwînin bê ka ev çi kurd in dihê hemû ji bo wê rabûye ser pêyan.

Jixwe başûrê Kurdistanê yek ji navendên herî zêde bi helwest bû. Ewilî ciwanan zend û bendê xwe ji bo cenga rûmetê hildan û li pey jî jin, ciwan û xelkê dilsozê welat dest bi boykotkirina malên tirkî kir. Heta wiha hat ku sefîrê tirk bang li rêveberiya Başûr kir ji bo rewşê fam bike. Lê gel helwesta wê diyar bû. Dizanî her behremek tirkî dibe guleyek û kurdek pê tê qetilkirin. Li ser vê re malên tirkî yek car hate boykotkirin û bi xwe re berhemên kurdî kete bazar û malên xelkê. Bi derbeyekê du gurzên xurt li Tirkiyeyê hate xistin. Yek helwesta gel a li dijî dagirkeriyê gihişte asta herî jor, a duyemîn malên Tirkiye ji bazaran hêdî hêdî hate rakirin û berhemên xwemalî derket pêş. Her wiha li rojhilatê Kurdistanê bi rojan kurd daketin qadan û tevî hemû êrîş û zextan dengê xwe li dengê Rojava zêde kir. Dengê kurdan bi Rojava re bû yek. Êdî ne partî, hîzb û alî bû, deng dengê gel û netewî bû.

Jixwe bi 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê re ev berxwedan bû cîhanî û 2’yê Mijdarê bi daketina bi milyonan a li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê her der bû berxwedan û her der bû Rojava. 2’yê Mijdarê bû Roja Rojava ya Cîhanê. Êdî ne tenê kurd, her kesê navê kurdan bihîst, li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê daketin qadan û ne tenê banga sekinandina dagirkeriya tirk heta bangên darizandinê li Tirkiyeyê hate kirin û piştevaniya bi gelê kurd re bê zêdekirin.

Bi vê yekê derket holê ku Şoreşa Rojava bûye şoreşek cîhanî û mirovahiyê. Dilê her kesê li Kobanê, Qamişlo, Hesekê û Rojava lê dide…”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Weysî Tallî

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 4’Ê MIJDARA 2019’AN

Nivîsa Pêş

Şerê Taybet Dema Kemalîzmê – 1

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Şerê Taybet Dema Kemalîzmê – 1

Şerê Taybet Dema Kemalîzmê - 1

Tabûra Ciwanên Dêra Zor: ‘Li dijî êrîşên dagirkeriya tirk em ê li kêleka QSD’ê şer bikin’

Tabûra Ciwanên Dêra Zor: 'Li dijî êrîşên dagirkeriya tirk em ê li kêleka QSD'ê şer bikin'

Manşet

  • Rêxistinên Ciwanan Li Kizilayê Ji Bo Rojavayê Daxuyanî Belav Kirin
  • Li Kobanê konsera berxwedanê
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?
  • Ciwan Bi Pêşengiya TCŞ’yê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Li Parîsê Semînarek Lidarxistin
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin
  • Li Dêrikê 3 Şehîd Hatin Oxirkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Mem û Zîn

    17 Parve kirin
    Parve Bikin 17 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gerîlayên Ereb: Ev Êrîş Li Dijî Hemû Gelên Herêmê Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Hevrê Hêvî Amûdê Şehîd Şû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.